JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Kurd ên li Rûsyayê name ji saziyên navneteweyî re şandin
TJKN, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê, name ji DYE, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re şand. -
Jİ 15 welatan desteka ji kampanyaya 'Bila Dîktatator were darizandin'
Ji 15 welatan û 2 parzemînan destek ji kampanyaya, ''Ji bo ku dîktator were darizandin 100 sedem', ku jinên Kurd dane destpêkirin, hate dayin. Dayikên Arjantînî, femînîst, parlamenter, nivîskar û hunermendan destek dane kampanyayê. -
Başaran: Rakirina tecrîdê daxwaza me ye jî
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got ku “Daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ya ku li ser temamî Tirkiyeyê tê kirin û bûye wekî teşeyeke rêveberiyê, daxwaza me ye jî.” -
Qetilkirina El Hermas û El Xidar li Hambûrgê hate şermezarkirin
Li Hambûrgê, qetilkirina Seda Feyse El Hermas û Hind Letîf El Xidar bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Ji bo darizandina dîktator li Berlînê îmze hatin komkirin
Tevgera jinên Kurd di çarçoveya kampanyaya ji bo darizandina dîktatorê Tirk Recep Teyîp Erdogan de, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye îmze kom kirin. -
Li Rûsyayê Viyan Soran hate bîranîn, tecrîd hate şermezarkirin
Jinên Kurd ên li Rûsyayê, Şehîd Viyan Soran bi bîr anîn û tecrîd şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşînê mezin bikin." -
YPS-JIN’ê li Edeneyê atolyeya hevkarên AKP û MHP’ê şewitand
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Berfîn Cîzre ya YPS-JIN’ê li Edeneyê bi sabotajê atolyeya hevkarê AKP û MHP’ê şewitand. -
Li Fransayê kuştina jinan kêm bû
Wezîrê Dadê yê Fransayê Erîc Dupond Morettî ragihand sala 2020'an 90 jin ji hêla hevserê wan an jî hevserê wan ê berê ve hatine kuştin. -
TJA'yê Viyan Soran bi bîr anî
TJA'yê, Ffermandara YJA Starê û endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK'ê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) bi bîr anî. -
Li Edeneyê mirina bi guman a jinekê
Li navçeya Çûkûrova ya Edeneyê, jina bi navê Berîl S. doh evarê bi gumanbarî ji şaneşîna mala xwe kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. -
Meha destpêkê ya sala 2021'ê 23 jin hatin kuştin
Li gorî rapora KCDP'ê ya li ser tundiya mêr a meha destpêkê ya sala 2021'ê, di meha Çileyê de 23 jin hatin qetilkirin, 14 jin bi rengekî gumanbar mirin. -
Jinên Belçîkayê ji bo keda xwe dest bi grevê dikin
Jinên kedkar li Belçîkayê ligel ku gelek sektorên li ber çavan li ser pêyan digirin jî keda wan xuya nabe. Jinên kedkar wê ji bo keda xwe di 8’ê Adarê de dest bi grevê bikin. -
Li Wûppertalê standa ‘dîktator darezînin’
Meclîsa Jinan a Şehîd viyan li Wûppertalê di çarçoveya kampanya TJK-E ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ hatibû destpêkirin, standek vekirin. -
TAJÊ: Soran ji bo me sembol û hevaltiya rast a bi Rêber Apo re ye
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bi daxuyaniyekê Viyan Soran bibîr anî û got: “Helwesta Heval Viyan Soran di serî de helwestekî li dijî siyasetên ku li ser Rêber Apo hatin meşandin û îtifaqên ku wê demê ji bo girtina wî ya komplowarî, bû.” -
Komîsyona Jinê ya KNK’ê: Kurd hêz in, aktorekî serekî ne û bê Kurdan çareserî nepêkan e
Komisyona Jinê ya KNK encamnameya şêwira xwe ya ji bo nirxandinên rewaşa siyasî ya li ser asta cîhan û herêmê ya ji bo pirsa Kurd ku lidar xistibûn eşkere kir. -
Jinên Ciwan encamnameya Konferansa xwe eşkere kir
Jinên Ciwan ên Têkoşer encamnameya 3’emîn Konferansa bi dirûşma ‘Bi rêxistinbûna jinên icwan, dem dema azadî birêxistinkirinê ye’ lidar xistibû, eşkere kir. -
Li Çewligê jinek bi gumanî mir
Li Çewligê ji bi navê Merve A. bi gumanî mir. Hate diyarkirin ku Merve A. berê ji aliyê çawişekî pispor hatiye revandin û beriya ku xwe bikuje jî demeke kurt vegeriyaye malê. -
Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî: Ayşe Gokkan jineke Kurd a wêrek e
Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî nerazîbûn nîşanî girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan da û diyar kir ku ew bi Ayşge Gokkan re ne. -
PAJK: Helwesta Viyanbûnê helwesta parçekirina tecrîdê ye
Bi salvegera 15’emîn a şehadeta têkoşera mezin Viyan Soran PAJK’ê diyar kir ku helwesta Viyanbûnê, helwesta parçekirina tecrîdê û teqezkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Sekna parastina rûmet û nirxên gelê berxwedêr e. -
Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jin derket
Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Hevkariya bêdawî ya bi dewleta Tirk re wê dawî li PDK'ê bîne" çap bû. -
Kuştina siyasetmedarên jin li Frankfûrtê hate şermezarkirin
Li Frankfûrtê kuştina Seda Feysel El Hermas û Hind Letîf El Xidar hate şermezarkirin. -
Li aqûbeta Taniş û Denîz ên 20 sal in winda ne pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiya Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Denîz ên hatibûn windakirin pirsîn. Parêzer Hakîm Taniş got: “Em li welatekê welê dijîn ne berpirsên kuştina kesên mezlûm rewan e.” -
Li Hollandayê namzeta jin a Kurd xwe ji bo hilbijartinê amade dike
Ji bo hilbijartinên ku wê meha Adarê li Hollandayê pêk were jinek Kurd jî xwe namzet diyar kir. Sosyolog Serpîl Ateş a ji çepên kesk namzetiya xwe diyar kiriye, bang li hilbijêrên Kurd kir. -
Li Wanê jinek hate destgîrkirin
Di serdegirtinên malan ên li Wanê de Perîhan Karaman a li ser biryara dadgehê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, li ser îtiraza dozger ji nû ve hate destgîrkirin. -
Li Den Haagê qetilkirina El Xidir û El Hermas protesto kirin
Li bajarê Den Haag a Hollandayê qetilkirina Hevşaredara Til El Şayir a Deşîşaê Seda Feysel El Hermas û alîkara wê Hind Letîf Xidar ên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin û piştre qetilkirin, hate protestokirin.