Çîroka malbata Serpîl Ateş mîna bi deh hezaran welatiyên Kurd li sirgûnê destpê dike. Sedemê sirgûnê jî siyasî ye. Ji bo vê malbatekî ne ji siyasetê dûr e. Bavê Serpîl sala 1970’ê ji ber sedemên siyasî neçar dibe ku bêrê xwe bide Hollandayê. Serpîl Ateş û 3 xuşk û birayên xwe li Hollanda tê dinê.
Ateş diyar kir ku 3-4 cara çûye Tirkiyeyê û ji sala 2009’an û vir ve neçûye. Ateş anî ziman ku weke her malbatekî Kurd di nava siyasetê de mezin bûye. Ateş got: “Bavê min ji ber kesayeta xwe ya şoreşger jî em wisa mezin kirin.”
Ateş a sosyolog li ser tevlîbûna xwe ya nava siyasetê jî wiha vedibêje: “Min tim weke aktivîst pêşengtî kir. Bi taybet li ser mijara Kurd bi siyasetmedar, rojnamevanan re diciviya û rewşê ji bo wan vedigot.”
Ateş daxuyakirin ku tevgerên jinan li welatên cihê piştevaniya wê dikin û cara yekê sala 2017’an çepgirên kes ji bo wê teklîfa tevlîbûna wan kiriye.
Ateş got: “Ji bo min gotin tevlî me nabî gelo. Berî niha jî pêşniyarên wiha hatibûn kirin, lê min qebûl nedikir. Ez wisa difikirîm ku wek aktivîst hê zêdetir azad im. Lê pêşniyara dawî min qebûl kir. Rastî, me tim dixwest deriyan vekin, tu kesê mîna daxwaza me denê me ne dida bihîstin. Bi vî rengî min erê kir, sala 2018’an weke encmûmena Şaredariya Lahey hatim hilbijartin. Ev hesan nebû. Bajarê herî mezin û navenda siyasetê ya Hollandayê bû.”
Ateş sedema tevlîbûna xwe ya Keskan jî bi gotina hê nêzîktirî eko-sosyalîzmê ne, dîsa di mijara mafê mirovan, mijara Rojhilata Navîn û xeta ku wê diparast de bû ku tercih kir.
Ateş a di mijara polîtîkaya koçberan de rexne li hikûmetê digire û got: “Ev hê zêdetir polîtîkayên xizmeta delemendan dike, dişopîne. Hem weke kes û hem jî partî li dijî vê ne.”
Li welat nêzî 4 milyon koçber hene. Li gorî daneyên 2019’an rêjeya nifûsa biyaniyan ji sedî 23,6 e. Piraniya van Tirk û Faris in. Hejmara Tirkan 409 hezar û Farisan jî 402 hezar in. Li pey wan Endonezî û Sûrînamî, piştre jî Elman û Polonî tên.
Herî dawî li welat skandala alîkariya malbatî ya li welat bû sedemê îstifaya hikûmetê, herî zêde bandor li biyaniyan kir. Bi erêkirina hikûmetê herî kêm ji bo 26 hezar malbatî di mijara alîkariya sosyal de ‘sextekarî’ kiriye hate sûcdarkirin û alîkariyên sosyal ên bi deh hezaran eûro yên dabûn vegerandin. Piştî ku ev skandal derket holê û şûnde di navîna meha Çileyê de hikûmeta Mark Rûtte du meh mayî ji hilbijartinê re îstifa kir.
Serpîl Ateş bal kişand ser skandalê û got: “Taybet li nasnameya etnîkî meyzandine.” Ateş diyar kir ku îstifaya hikûmetê ‘sembolîk’ e, anî ziman ku ji xwe hikûmet bi awayê teknîkî heta hilbijartinê welat birêve dibe.
Ateş qala rastgiriya tundraw a di nava siyaseta navxweyî jî kir û got: “Ev yek ne tenê li Hollandayê li gelek deverên cîhanê rewşek wiha heye. Derketina DAÎŞ’ê bi kêrî karê rastgiran hat. Êrîşên DAÎŞ’ê kir ku hemû misilman bibibin hedef. Tevî vê jî, ji ber sîstema hilbijartinê ya li Hollandayê Wîlders ne mimkûne ku bibe desthilat. Ji ber sîstema heyî bûna desthilat a yek partiyekê pir kêm e. Berî niha PVV ji hilbijartinê serketî derket, lê ti demê hevdîtinên koalîsyonê nekir. Di vê hilbijartinê de jî wê rewş ne cuda be.
Serpîl Ateş bal kişand ser zext û gefên dewleta Tirk û nêzîkatiya Ewropa ya li ber vê rexne ki û got: “Eger Ewropa û Hollanda dixwazin hişyariyek tund bidin divê têkiliyên x we yên aborî qût bikin. Dîsa divê Ewropa firotina çekan û amûrên bikaranîna hilberandina çekan jî bide sekinandin.”
Ateş li ser nêzîkatiya çepên Keskan a ji bo pirsa Kurd jî ev got: “Li gel Kurdan cih digirin. Heta li Hollandayê belkî cara yekê ye, di bernameya partiya Keskan de pirsa Kurd cih digire. Li ser mijara mafê Kurdan min pêşniyarek pirs kiribû. Pêşnûme hatibû piştgirîkirin. Nûnerên partiyê û endamên wê mirovên di wê baweriyê de ne ku divê mafê gelê Kurd bê qebûlkirinin.”
Ateş diyar kir ku di lîsteya hilbijartinê de di rêza 25’an de ye û got: “Bang li gelê xwe dikin; ji bo bêm hilbijartin li gelemperiya Hollandayê divê 17 hezar deng pêwîst in.”
Li gorî Ateş li Hollandayê hejmara hilbijêrên Kurd ên li Hollandayê derdorî 30-50 hezarî re ye.