Li aqûbeta Taniş û Denîz ên 20 sal in winda ne pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiya Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Denîz ên hatibûn windakirin pirsîn. Parêzer Hakîm Taniş got: “Em li welatekê welê dijîn ne berpirsên kuştina kesên mezlûm rewan e.”

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 827’an de çalakiya xwe ya hefteyî berdewam kirin. Mirovên aştiyê ji ber qedexeyên kolanê dîsa li ser medya dijîtal daxuyanî dan. Mirovên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Navçeya Sîlopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'ê Ebubekir Denîz û aqûbeta wan pirsî. 

Destpêkê bavê Serdar Taniş Şuayip Taniş, anî ziman ku dema kurê wî hat revandin, Serokê HADEP'ê yê Navçeya Sîlopiya bû û wiha got: “Me li dadgehan doz vekir. Em ê dest ji vê dozê bernedin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo aqûbeta kurê xwe têbikoşin. Em dozdarê vê yekê ne em dest jê bernadin. berpirs diyar in. Yekemîn kesê berpirsiyar Fermandarê Jendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz e. 

Dayika Serdar Taniş Rabia Taniş jî anî ziman ku 20 salin li kurê xwe digere û wiha got: "20 sal berê kurê min destgîrkirin û wihda kirin. Em 20 salin agahî jê nagirin. Em dest ji lêgerîn û doza kurê xwe bernadin." 

Kurê Serdar Taniş Diyar Taniş jî anî ziman ku dema bavê wî windakirin, ew 1 salî bû û wiha got: "20 salin ez li bav û xalê xwe digerim. 20 sal di ser windakirinê re derbas bû. Lê heta niha me tu agahî der barê wan de negirtiye. 20 salin ji bo aqûbeta bav û xalê min bê ronîkirin û kujer bên darizandin em têdikoşin. 100 sal jî biborin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. 

Hem bira û hem jî parêzerê Serdar Taniş Hakim Taniş jî anî ziman ku DMME'ê di derbarê dosyayê de biryar da û wiha got: "DMME'ê Tirkiye mahkûm kir. Lê Tirkiyeyê taliyê di derbarê dosyayê de biryara neşopandinê da. Her çend ji bo Serdar Taniş û Ebubekir Deniz bêjin berpirs nediyar in jî, di rastiya xwe de faîl diyar in." 

Keça Ebubekir Denîz Ceylan Denîz jî anî ziman ku dema bavê wê hat windakirin 5 salî bû û wiha got: "20 salin em li bavê xwe digerin. Lê hemû hewldanên me bê encam man. Dema bavê min binçav kirin ez 5 salî bûm. Her roj bi xeyala bavê min dê rojekê vegere dijîm. Ez bi hesreta bavê xwe mezin bûm. Mafê her kesan ê jiyanê heye. 20 salin şev û roj li heviya bavê xwe me. Em dest ji lêgerîna bavê xwe bernadin."

Mirova Şemiyê Hulya Demir Duru jî daxuyanî xwend û anî ziman ku her çend li gori Destûra Bingehîn Tirkiye dewleta hiqûqê be jî lê tu carî Tirkiye nebûye dewleta hiqûqê. Duru bal kişand ser çîroka Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz wiha bi dawî kir: "Fermandarê Alaya Jendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz digot 'Ez tu carî destûr nadin HADEP li sîlopiyê avahiyê veke. Dîsa Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sîlopiyê Suleyman Can gef li wan xwarin. Li gel hemû zext û tundiyê di 3'ê Çileya 2001'an de li Sîlopiyê rêxistina HADEP'ê vekirin. Serdar Taniş bû Serokê Rêxistina HADEP'ê. Ebûbekîr Denîz jî bû sekreterê rêxistinê. Piştre di 25'ê Çileya 2001'an de binçav kirin û winda kirin. Fermandariya Cendirmeyan a Sîlopî bi telefonê bang li Serdar Taniş kir û xwest biçin îfade bidin. Lê piştî çûn îfade dan carek din agahî ji wan nehat girtin. 

Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo Serdar Taniş, Ebubekir Denîz û hemû windayan lêgerîna xwe her dem berdewam bikin."