Li Fransayê kuştina jinan kêm bû
Wezîrê Dadê yê Fransayê Erîc Dupond Morettî ragihand sala 2020'an 90 jin ji hêla hevserê wan an jî hevserê wan ê berê ve hatine kuştin.
Wezîrê Dadê yê Fransayê Erîc Dupond Morettî ragihand sala 2020'an 90 jin ji hêla hevserê wan an jî hevserê wan ê berê ve hatine kuştin.
Wezîrê Dadê di ser Facebookê re daxuyaniyeke bi dîtbarî weşand û got, ''Ev encam bi dest me ve hatin. Hê pir nerm e lê hêviyê dide.''
Li gorî wezîr sala 2020'an, ''106 jin kes hatine kuştin û ji van 90 jê jin in.''
2019'an li gorî daxuyaniya fermî 146 femînîsîd pêk hatibûn. Kuştina jinekê yan jî ji jinekê zêdetir an jî keçên biçûk a ji ber jinbûna wan weke feminîsîdê tê pênasekirin.
Dupond-Morettî got, ''Bêguman her kuştin, her tundî bi encamên xwe yên dramatîk serneketin e, ji bo hemû civakê wiha ye, ji bo Wezarata Dadê jî serneketin e.''
Li Fransayê her sal 200 hezar jin tundî li wan tê kirin, 2019'an gelek jin hatibûne kuştin.
Daneyên sala 2020'an ji 2006'an û vir ve ku îstatîstikên femînîsîd têne tomarkirin, asta herî kêm nîşan dide.
Lê li gorî rêxistinên jinan hê zû ye ku mirov bibêje ev meyl mayinde ye.