YPS-JIN’ê li Edeneyê atolyeya hevkarên AKP û MHP’ê şewitand
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Berfîn Cîzre ya YPS-JIN’ê li Edeneyê bi sabotajê atolyeya hevkarê AKP û MHP’ê şewitand.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Berfîn Cîzre ya YPS-JIN’ê li Edeneyê bi sabotajê atolyeya hevkarê AKP û MHP’ê şewitand.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Berfîn Cîzre daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku endamên wan di çarçoveya ‘Pêngava pêkanîna azadiyê de’ di 26’ê Çileyê de li Taxa Akkapi ya Seyhana Edeneyê bi sabotajê atolyeya mobîlyayan faşîstekî hevkarê AKP û MHP’ê şewitandiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku beşeke zêde ya vê atolyeya 2 hezar metrekare bûye xwelî.
‘EM LI HER DERÊ ÇALAK IN’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Faşîzma AKP û MHP’ê tecrîda li ser Rêbertiya me girantir û faşîzma li Kurdistanê zêdetir kirine. Dewleta Tirk a faşîst êrîşî dayikên piştgirên berxwedana li zindanan dike, wan li erdê kaş dike û digire. Em hêzên parastinê, em ê li her derê li dijî van êrîşan mafê xwe yê çalakiyan pêk bînin. Bi berxwedan û çalakiyê mirov dikare li hemberî êrîşên faşîst têbikoşe. Li hemberî hevkarî, sîxurtî û qirkirina jinan wê dengê me tund û çalakiyên me serkeftî bin.”