Qetilkirina Hevşaredara Til El Şayir a Deşîşaê Seda Feysel El Hermas û alîkara wê Hind Letîf Xidar ên ji aliyê DAÎŞ’ê ve li bajarê Den Haag a Hollandayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakiya ku Meclîsa Jinan a Ronahî ya Den Haagê organîze kir li pêşiya Parlemetnoya Hollandayê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bal kişand ser rola girîng a jinên pêşeng. Têkildarî kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator Erdogan’ pankart hatin hildan.
Herî dawî ji bo çalakiya sibe ku ji bo piştgirîkirina çalakiya grevên birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, banga tevlîbûnê kirin.