Komîsyona Jinê ya KNK’ê: Kurd hêz in, aktorekî serekî ne û bê Kurdan çareserî nepêkan e
Komisyona Jinê ya KNK encamnameya şêwira xwe ya ji bo nirxandinên rewaşa siyasî ya li ser asta cîhan û herêmê ya ji bo pirsa Kurd ku lidar xistibûn eşkere kir.
Komisyona Jinê ya KNK encamnameya şêwira xwe ya ji bo nirxandinên rewaşa siyasî ya li ser asta cîhan û herêmê ya ji bo pirsa Kurd ku lidar xistibûn eşkere kir.
Komisyona Jinê ya KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya şêwira xwe ragihand û got: “Siyaseta Kurdî bi yekîtiya neteweyî li ser astê cîhanî dikarê bi ser bikeve.”
Endamnameya şêwira Komisyona Jinê ya KNK’ê wiha ye:
“Komisyona jinên KNKê bi mebesta nirxandina rewşa siyasî li ser asta cîhanê û herêmê nizekayetiya wan li pirsa kurd, şêwirek bi beşdariya jinên siyasetmedarên Kurd bi rêya malpera (zoom) li darxist.
Rojhilata Navîn û bi giştî cîhan, bi guhertinên mezin derbas dibe. Hêzin cîhanê û yên herêmê jî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji bo pergala xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin, siyasetekê taybet dimeşînin û dixwazin her kes bixin jêr kontrola xwe. Kurdistan jî ji hêla siyasî, aborî, leşkerî û hêla erdnîgarî ve bi vê rewşe bandor dibe.
‘SIYASETA TRÛMP ZIRAR HEM DA EMERÎKA HEM JÎ DA KURDAN’
Şêwrê di beşa yekê de li ser teghîştina hezên derve derbarê Kurdistanê rawestiya. Di vê beşê de siyaseta Emerîka li hemberî Kurdan hat nirxandin. Di nirxandin û nîqaşan de hate destnîşan kirin ku Emerîka piştî hilbijartina Joe Bîden siyaseta xwe li ser esasê parastina berjewendiyen welatê xwe bimeşîne, lê mimkun e hinek guhertin jî çebike. Siyaseta Emerîka di dema Trûmp de zedetir dijî Kurd bû. Ev him zerar da Emerîka him jî da Kurdan. Di dema Trûmp de gelek heremên Kurdan li Rojava bi alîkariya Trûmp ji aliye dewleta Tirk ve hatin dagirkirin.
‘ÊDÎ KURD TÊ DÎTIN; BÊ KURDAN NE SIBEROJA SÛRIYE Û IRAQÊ ZELAL DIBE’
Dewletên Yekîtiya Ewropa û Rûsya jî bi berdewamî di çerçova berjewêndiyên xwe de, xwediyê heman cûr siyaset in. Nezikbûna wan ji bo Kurdan li gorê berjewendiyên wan in. Di Yekîtiya Ewropa de zedetir siyaseta kevin dijî Kurdan tê karanîn. Lê hinek dewletên YE edî nikarin wek berê nezê Kurdan jî bibin. Rûsya ji dikarê bê gotin ku êdî Kurdan dibîne û dizane bê Kurd ne peşêroja Sûriya ne jî ya Iraqê nikare bê zelalkirin.
Lê, hemû hezên ku li Rojhilata Navîn û Kurdistan ne di nav rikberî û şer de ne. Her çend car caran li hev werin jî ev lihevhatinên taktîkîne. Ji ber berjewendiyan êdî nikarin hevkariyên stratejîk pêk bînin. Li aliyê din hemû ji ber destkeftiyan Kurdan îro neçar mane Kurdan bibînin û li gorê we jî tevbigerin. Kurd edî di Rojhilata Navîn de xwedî cih in.
‘KURD XWEDÎ HÊZ IN, AKTOREKÎ SEREKÎ YE LI NAVA HÊZÊN NAVNETEWÎ NE; BÊ PIRSA KURD ÇARESERÎ NABE’
Dewletên dagirker yên Kurdistanê di serî de dewleta Tirkiyê jî, ji heza Kurdan ditirsin û stratejiya qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin. Dewleta Îranê jî tenê bi rê û rêbazên xwe ji ya Tirkan cûdatire. Siyaseta dijminatî li himberî Kurdistanê bê navber dimeşînin û dixwazin Kurdistanê di nav alozî, şer û qeyranan ku li Rojhilata Navîn hene bifetisînin û deskeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. Ev rewş, hem metirsî hem jî derfetan ji Kurdan bi xwe re tîne. Ji bo vê yekê divê Kurd hesas nêzî vê rewşê bibin û tevbigerin. Hat piştrastkirin ku Kurd di roja îro de xwedî hêzin û wek aktorekî serekeyî li herêmê û di nava hêzin navneteweyî de tên dîtin. Bi taybet hezên navdewletî êdî diznin ku bê çareserkirina pirsa Kurd nikarin ji qeyran û aloziyên Rojhilata Navîn derkevin. Kurd bi avakirina siyaseta demokratîk îro di asta herêm û cîhanê de bûne mînak. Ji bo ku dîplomasiya Kurd ya îro pengavên mezin davêje, encam bigre pewîstî bi yekrezî û yekîtiye heye. Heya niha dîplomasiya Kurd ji ber parçebûna siyasî nikarê ji derftên heyî encam bigre.
‘NAKOKIYÊN NAVA HÊZÊN KURDÎ Û NEBÛNA ÎTIFQÊ, DIKE KU LEWAZ BIMÎNE’
di beşa duyemîn a şêwirê de nîqaş li ser rewşa navxweyî li Kurdistanê hate kirin. Bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê û peywendiyên li gel hikûmeta Iraqê hat kirin. Hebûna krîza aborî xelkê Kurdistanê bi bandor dike. Pirsgerikên navbera hikûmeta herêm û hikûmeta navendî, ne şefafiyeta desthiladariyê roj bi roj dibe sedema kûrbûna pirsgirikan. Nakokiyên navbera hêzên Kurdistanî û nebûna îtifaqa wan dibe sedem ku hebûna Kurdan di nav navendê de lawaz bimînin. Dîsa destewerdana Tirkiye li Başûrê Kurdistanê hat nirxandin û berfirehbûna dagirkeriyê bûye sedema nerazîbûn. Avakirina îtîfaqa neteweyî dikarê Kurdan di siyaseta Iraqê bike hezekî sereke.
‘YEKÎTIYA NETEWÎ DIKARE LI ROJHILATA NAVÎN Û SIYASETA NAVNETEWÎ SERKETINÊ JI BO KURDAN BÎNE’
Di nîşaşan de dubarê hat gotin ku yekgirtina partî û aliyên siyasî li ser bingeha yekîtiya netewî dikarê him li herema Rojhilata Navîn û di siyaseta navdewletî de rê ji bo serkeftina Kurdan vebike. Jinên kurd jî ku bi tekoşîn û rêxistina xwe pêşengî ji bo siyaseta demokratîk û guhertinê di asta Rojhilata Navîn dikin, dikarin pêşengî ji bo xebata yekîtiya neteweyî bikin.”