Meha destpêkê ya sala 2021'ê 23 jin hatin kuştin
Li gorî rapora KCDP'ê ya li ser tundiya mêr a meha destpêkê ya sala 2021'ê, di meha Çileyê de 23 jin hatin qetilkirin, 14 jin bi rengekî gumanbar mirin.
Li gorî rapora KCDP'ê ya li ser tundiya mêr a meha destpêkê ya sala 2021'ê, di meha Çileyê de 23 jin hatin qetilkirin, 14 jin bi rengekî gumanbar mirin.
Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' (KCDP) têkildarî tundiya mêr a meha Çileyê ya 2021'ê raporek weşand. Li gorî raporê di meha Çileyê de 23 jin hatin qetilkirin, 14 jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
'YÊN KU JIN KUŞTIN XIZMÊN WAN BÛN'
Li gorî raporê, ji 23 jinên hatin kuştin 7 jê ji aliyê mêrên pê re zewicî bûn, 6 jê ji aliyê mêrên pê re bûn, 2 jê ji aliyê mêrên berê pê re bûn, 2 jê ji aliyê xizmên xwe, yek jê ji aliyê mêrê berê pê re zewicî bû, yek jê ji aliyê bav, yek jî ji aliyê kurê xwe ve hate kuştin.
JIN LI MALAN, KOLANAN, OTELAN HATIN KUŞTIN
Li gorî daneyên KCDP'ê, 16 ji jinên hatin kuştin li malê, du jê li naverastê, yek jê di wesayitê de, yek li eraziyê, yek li cihekî sayî, yek jî li otelê hate kuştin.
Ji jinên hatin kuştin 5 jê ji ber ku xwestin cihê bibin, nexwestin li hev bên, nexwestin bizewicin û nexwestin têkiliyê deyne, 2 jî bi bahaneya aboriyê hatin kuştin.
JIN HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ HATIN KUŞTIN
Di nava vê mehê de jin herî zêde li Stenbolê hatin kuştin. Li gorî daneyên KCDP'ê, di meha Çileyê de li Stenbolê 7 jin hatin kuştin. Li Stenbolê her wiha 5 jin bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.