Ji bo darizandina dîktator li Berlînê îmze hatin komkirin

Tevgera jinên Kurd di çarçoveya kampanyaya ji bo darizandina dîktatorê Tirk Recep Teyîp Erdogan de, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye îmze kom kirin.

Jinên Enternasyonalîst ên ku li Frankfûrter Allee ya li Berlînê hatin ba hev, diyar kirin ku wê li her qadê kampanyaya îmzeyan mezin bikin û bidin domandin.

Jinên ku di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” li kolanan îmze kom kirin, di derbarê çalakiyê de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin, “Di dema desthilata 18 salî ya Erdogan a AKP’ê de, bi zanebûn gelek qetlîam, cînayet û bûye kiryarê sereke yê sîstemkirina tecawûza li dijî jinan pêk hatiye.”

Ji hinek sûcên ku Erdogan bûyî kiryarê wê wiha ne: Çileya 2013’an li Parîsê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez; qetilkirina dayîka Taybet û cenazeyê wê 7 rojan li erdê hiştin; bê darizandin Sêvê Demir, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar hatin qetilkirin; qetilkirina Hevrîn Xelef; qetilkirina Ceylan Onkol a ku bi avêtina guleya topa hewana ji qereqûlê; qetilkirina Dîlek Dogan a di mala xwe de; Kader Ortakaya ya ku di dema derbasbûna Kobanê de hatî qetilkirin; Li gundê Helînce ya Kobanê bi SÎHA’yan qetilkirina 3 jinên Kurd ên endamê Kongreya Starê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Ji ber vê sedemê em weke enternasyonalîst li her qadê ji bo darizanina dîktator em ê xebatên xwe berdewam bikin.”