Li Çewligê jinek bi gumanî mir

Li Çewligê ji bi navê Merve A. bi gumanî mir. Hate diyarkirin ku Merve A. berê ji aliyê çawişekî pispor hatiye revandin û beriya ku xwe bikuje jî demeke kurt vegeriyaye malê.

Li Taxa Ûlûbag a Çewligê jina bi navê Merve A. (18) li mala ku lê dijiya bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hate îddîakirin ku Merve A. xwe kuştiye. Piştî otopsiyê cenazeyê wê li gundê Kûşbûrnû hate veşartin.

ÇAWIŞÊ PISPOR EW REVANDIBÛ

Hate diyarkirin ku Merve A. berê ji aliyê çawişekî pispor hatiye revandin û beriya ku xwe bikuje jî demeke kurt vegeriyaye malê. Hate ragihandin ku Merve A. piştî ku hatiye mala malbatê, xwe kuştiye.