Qetilkirina El Hermas û El Xidar li Hambûrgê hate şermezarkirin
Li Hambûrgê, qetilkirina Seda Feyse El Hermas û Hind Letîf El Xidar bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Li Hambûrgê, qetilkirina Seda Feyse El Hermas û Hind Letîf El Xidar bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Qetilkirina hevseroka şaredariya bajarokê Til eş Şayir a Hesekê Seda Feyse El Hermas û alîkara wê Hind Letîf El Xîdar, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Çalakî ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê ve li taxa Altonayê hate lidarxistin.
Di mîtîngê de wêneyên herdu jinên hatin qetilkirin hatin hildan û ji bo jinên hatine qetilkirin hemûyan deqeyek rêz hate girtin.
Aktîvîsta mafên mirovan û nivîskar Anja Flach li qada mîtîngê axivî û got, "Eger em dixwazin dîktatorên faşîst ên mîna Erdogan darizînin, ev yek ji ber qetilkirina jinan e. Her qurişa ku hikumeta Elman dide Erdogan li bedena jinê dikeve."
Flach diyar kir ku eger dewleta Elmanyayê naxwaze bibe hevparê vî sûcî divê tavilê alîkariya aborî û çekan nede Tirkiyeyê.
Di mîtîngê de ji bo pêngava "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.