Jinên Kurd ên li Rûsyayê name ji saziyên navneteweyî re şandin
TJKN, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê, name ji DYE, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re şand.
TJKN, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê, name ji DYE, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re şand.
Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) a li Rûsyayê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji DYE, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re şand.
TJKN'ê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyan û ji bo xwedî li çalakiya girtiyên siyasî yên Kurd derkeve name nivîsî. Gelek jinên Kurd û jinên enternasyonalîst tevlî vê çalakiya TJKN'ê bûn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd têkoşîna xwe her mezin dike û hate gotin, "Ewropa, Rûsya û hêzên navneteweyî ku qaşo xwe demokratîk dibînin, ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin û li pêşberî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd bêdeng dimînin. Armanca komploya navneteweyî tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û rêberê wê bû. Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê, em dibêjin ku divê polîtîkayên li dijî gelê Kurd ê 50 mîlyon nifûsa xwe heye û kiryarên li dijî Rêberê vî gelî bên guhertin û mafên gelê Kurd bên dayin."