Jinên Ciwan encamnameya Konferansa xwe eşkere kir

Jinên Ciwan ên Têkoşer encamnameya 3’emîn Konferansa bi dirûşma ‘Bi rêxistinbûna jinên icwan, dem dema azadî birêxistinkirinê ye’ lidar xistibû, eşkere kir.

Di 29’ê Çileya 2021’an de li Silêmaniyê 3. Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya, ‘Birêxistinbûna jinên ciwan, dema azadî bidestxistinê ye’ bi tevlîbûna 100 delegeyan hatibû lidarxistin. Encamnameya konferansê hate weşandin.

Beşek ji encamnameya 3. Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer wiha ye:

“Li Silêmaniyê 3. Konferansa Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşmeya, ‘Birêxistinbûna jinên ciwan, dema azadî bidestxistinê ye’ bi tevlîbûna 100 delegeyan destpê kir. Jinên ciwan ên Şengal, Mexmûr, jinên ciwanên Tevgera Goran, nûnera Rêxistina Yesna û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî bûn. Hewiha peyama jinên ciwan ên Bakurê Kurdistan û Ewrupayê jî bi dîmen hate weşandin.

Destpêkê konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê pak ê hemû şehîdan destpê kir. Di kesayeta şehîd Viyan Soran de, hemû şehîdên jinên pêşeng, şoreşger û jinên başûr hatin bibîranîn.

Piştî wê di axaftina destpêkê de behsa giringiya konferansek di nava şert û mercên niha de hate kirin. Armanca sereke ya konferansê, şopandina kar û xebata du salên borî ya rêxistina me bû û ji bo bihêzkirina kar û xebata jinên ciwan bû. Di konferansê de panoramaya kar û çalakiyên dû salan birêya sînevîzyonekê hate nîşandan. Herwiha rapora kar û xebata dû salên borî hate xwendin.

Bi giştî di konferansê behsa rewşa siyasî, civakî ya Herêma Kurdistan û Iraqê, bi taybet jî siyaseta dijdemokratîk û gendeliyê hate kirin. Dîsan behsa êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya hem di aliyê leşkerî, siyasî, aborî û çandî ya li ser Başûrê Kurdistanê hate kirin. Behsa berxwedana xelkê Şengal, wargeha Mexmûr û hemû beşên din yên Kurdistanê a dijî dagirkeran hate kirin.

Hate gotin ku jinên ciwan hemberî dagirkeriya çandî, qurbanê yekemin û dixwazin ciwanan bê naverok û bingeh bihêlin. Herwiha behsa girîngiya nerazîbûna ciwanan a dijî hemû gendelî, siyaseta şerxwaz ya PDK’ê û alîkaridayîna dagirkeran hate kirin. Ji bo rêgiritina li hemû pirsgirêk, aloziya civakî, siyasî û aboriyê, rêxistina me di nava du salên borî de, gelek pêngavên hişyarî û çalakiyên cûda pêkaniye. Gelek çalakiyên fikrî, pîşeyî û dîsan çalakiyên bi armanca hişyarkirin û xweparastina jinan li hemberî hemû cûrê tundûtujiyê hate lidarxistin.

Rêber Apo yekem car tezên fikrî pêşkêşî hemû jinan, bi taybet jî jinên ciwan kiriye. Ji bo xwedî derketina li fikirê rast yê azadiyê, navenda çalakiyên hemû jinên ciwan azadiya Rêber Apo bû. Di vê çarçoveyê de jî gelek çalakî hatin lidarxistin.

Biryarên di konferansê de hatine girtin evin;

Em ê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên cûr be cûr lidarbixin.

Ji bo hişyariya fikir ya di warê pêşengtiya jinan de, vekirina dewreyên perwereyê.

Li dijî dagirkeriya leşkerî, siyasî, aborî û çandî ya li ser civaka me, emê bi çalakiyan têkoşîna xwe bilind bikin.

Dijî tundûtujiya ser jinan çalakî wê werin pêşxistin.

Avakirina aboriyek koperatîf, bi taybet li Silêmanî û Raperîn. Avakirina derfeta kar ya jibo jinên ciwan karek bingehîn yê meye.

Lidarxistina çalakiyên hunerî û jîngeyê.

Ji bo pêşxistina ciwanan, dewamkirina çalakiyên pêşbirkên wêjeyî û çandî ya şehîd Şinyar.

Di konferansê de 7 jinên ciwan ji bo Desteya Rêveber ya Rêxistina Jinên ciwan ên Têkoşer hate hilbijartin. Wê ev deste bi ruhê ciwan, li ser rêbaza şehîdên jin ên têkoşer, hemû biryarên di konferansê hatine wergirtin, bi cih bînin.”