Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî: Ayşe Gokkan jineke Kurd a wêrek e
Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî nerazîbûn nîşanî girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan da û diyar kir ku ew bi Ayşge Gokkan re ne.
Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî nerazîbûn nîşanî girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan da û diyar kir ku ew bi Ayşge Gokkan re ne.
Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî têkildarî Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan daxuyaniyek da ku çend roj berê hate girtin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ayşe Gokkan bi salan di nava siyaseta sivîl a Kurd de ye û jineke Kurd a wêrek e ku bi nêrîna jinê têdikoşe.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevlîbûna jinên Kurd bi rengekî çalak li siyasetê, desthilatdar her tim girsandiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî em bi endama xwe Ayşe Gokkan re ne. Heta dawiyê li dijî polîtîkayên zextê yên li hemberî jinên Kurd em ê bi zimanekî hevpar têbikoşin, li ber polîtîkayên zordar rabin."