Li Rûsyayê Viyan Soran hate bîranîn, tecrîd hate şermezarkirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê, Şehîd Viyan Soran bi bîr anîn û tecrîd şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşînê mezin bikin."

Li navçeya Yerşovê ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê, jinên Kurd Viyan Soran bi bîr anîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi navê Meclîsa Jinê ya Yerşovê Hevseroka Meclîsê Gulîzar Yûsûpova axivî û diyar kir ku heta azadiya Ocalan wê têkoşîna xwe mezin bikin.

Yûsûpova bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan û destnîşan kir ku divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Di çalakiyê de bang li Rûsyayê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hate kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin.