TJA'yê Viyan Soran bi bîr anî

TJA'yê, Ffermandara YJA Starê û endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK'ê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) bi bîr anî.

Tevgera Jinên Azad (TJA) Fermandara YJA Starê û endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK'ê Viyan Soran bi bîr anî ku di 1'ê Sibata 2006'an de li dijî komploya navneteweyî çalakiya fedayî pêk anî bû. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakiya Soran tarîtî ji ser jinan rakir.

Di daxuyaniyê de bû sembola berxwedanê û hate gotin, "Agirê ku ji bedena wê geş bû, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ronî kir û rêya me ronî dike.

Bi navê TJA'yê, di salvegera 15'an de Viyan Soran bi minet bi bîr anî."