Tevgera Azadiya Jinên (TAJÊ) bi daxuyaniyekê yek ji Fermandara YJA Starê Viyan Soran ku ji bo protestokirina komployê çalakiyeke canbexşane lidar xistibû bibîr anî.
TAJÊ ev got: “Di destpêkê de em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî 15’mîn Salvegera Şahadeta Rêheval Viyan Soran bibîr tînin. Di şexsê Şehîd Viyan de em bejna xwe li beramberî hemû Şehîdên Şoreşê, Şehîdên Fermanê ditewînin.
Em civaka Êzîdî di pevajoyekî gelekî giran de derbas dibin. Di wextekî wiha dijwar de ku berxwedanî û tekoşîna jinan ewqas bilind dibe, beramberî vê jî hovîtiya dijmin û siyasetên ku li ser gelê Kurd û Êzîdî tê meşandin dijwartir dibe. Bi taybet siyasetên ku li ser Rêberê gelê Kurd û civaka Êzîdî, Rêber Apo tê meşandin her ku diçê dijwartir dibe. Ev zedeyî 20 sal in ku tecrîda girankirî li greva Imraliyê tê pêkanîn. Helwesta Heval Viyan Soran di serî de helwestekî li dijî siyasetên ku li ser Rêber Apo hatin meşandin û îtifaqên ku wê demê ji bo girtina wî ya komplowarî, bû. Dîsa heman siyaset û zihniyeta îxanetkar li ser gelê Başûrê Kurdistanê ku tê meşandin, Heval Viyan qebûl nedikir û li dijî wê xwedî helwest bû. Ji bo Azadiya fîzîkî a Serokatî bi vînekî bêhempa canê xwe da ber agir.
‘JI BO ME SEMBOL Û HEVALTIYA RAST A BI RÊBER APO RE YE’
Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, Heval Viyan ji bo me sembola Jina azad, tekoşêre heqîqetê û hevaltiya rast a bi Rêber Apo re ye. Sekna wê ya li dijî zihniyeta zilamê desthiladar û paşverû ji bo me bû xetek û pêşengek. Di şexsê wê de heqîqeta jina Kurd a ku ji bo ax û welatê xwe canê xwe jî dikarê feda bike hate temsîlkirin. Di heqîqeta jina Êzîdî jî ev rastî tê dîtin. Wek Rêheval Viyan bi sedan jinên Êzîdî di dîrokê de canê xwe ji bo ol, bawerî, civak û axa xwe feda kirine.
‘TEKOŞÎN VIYANAN, BÊRÎVANAN Û RÊVANAN BILIND BIKIN’
Ji bo vê jî, bi taybet di van demê de ku hebûna me wek civak di nav xweseriya Şengalê de tê nîqaşkirin û astengiyên ji bo ku ev pêk neyê ji aliye dijmin ve tên dîtin, lazim e em wek jinên Êzîdî mîna Viyanan, Berîvanan û Lavanyan tekoşîna xwe bilind bikin û di xeta wan de xweseriya Şengalê û azadiya Rêber Apo a fîzîkî mîsoger bikin.
Em dubare sHeval Viyan Soran bibîr tînin û soza bilindkirina tekoşînê û berxwedaniyê li seranserê cîhanê didin.”