JIN
Hemû Nûçe
-
‘Wê desthilatdarî hesabê vê êrişê bide’
Saziyên jinan û komeleyan diyar kirin ku berpirsên êrişa faşîst a li ser HDP’ê desthilatdariya AKP û MHP’ê ye. -
Piştevaniya Jinan a Ewropa: Bê rawestan xwedî li HDP’ê derkevin
Piştevaniya Jinan a Ewropa, bal kişand ser êrîşa faşîst a li Îzmîrê û got: “Bê ku rojek bê rawestandin, bang li her kesê dikin ku xwedî li HDP’ê derkevin.” -
TJK-E: Divê her kes dakevin kolanan û bibin dengê Denîz ê!
TJK-E diyar kir ku berpirsê êrîşa li Îzmîrê desthilata AKP-MHP’ê ye û got: “Bang li her kesê dikin ku dakevin kolanan, li her dera cîhanê bibin dengê Denîz ê.” -
Kongreya Star wê li dijî 'kuştinên polîtîk' çalakiyan li dar bixe
Koordînasyona Kongreya Star 23'ê Hezîranê weke 'Roja têkoşîna li dijî kuştinên polîtîk ên li hemberî jinan' ragihand. Di vê çarçoveyê de biryar da ku hin çalakiyan li dar bixe. -
PAJK: Gerîlayên YJA Starê li ser xeta Sema Yuce dîrokê jinûve dinivîsînin
Koordînasyona PAJK'ê Sema Yuce bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku her gerîlayeke YJA Starê li ser xeta fedayî ya Sema, Gulan û Zîlanan dîrokê jinûve dinivîsînin. -
Wê li Parîsê Festîvala Jinan a Fîdan Doganê were lidarxistin
Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a 4’emîn wê di 3’ê Tîrmehê de li Parîsê were lidarxistin. -
Li Swîsreyê jinan serî hildan: Dawî li cihêkariyê bînin!
Jinên li Swîsreyê 14'ê Hezîranê di çarçoveya Greva Jinê ya Neteweyî de li tevahiya welêt daketin qadan. Bi deh hezaran jinên ketin grevê, hişyarî dan rayedaran ên di polîtîkayên cihêkariyê de israr dikin. -
TJK-E: Hevrê Delal nefera destpêkê ya xwişk-biratiya gelan bû
TJK-E'yê ragihand ku Guler Yûrdakûl (Delal) li bajarê Malmedy ê Belçîkayê şehîd bûye û got, "Hevrêya me Delal ji çiyê heta zindan û bajaran, têkoşîna azadiyê bêtawîz meşand. Em ê şopdarên wê bin." -
Li Sêwerekê mirina bi guman a jinekê
Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê, jina bi navê Zîne Karakaş li mala xwe bi rengekî gumanbarî mirî hate dîtin. -
Meclîsa Jinê ya FEDA'yê nerazîbûn nîşanî astengkirina heyeta aştiyê da
Meclîsa Jinê ya FEDA'yê astengkirina heyeta aştiyê li Başûrê Kurdistanê û destgîrkirina endamên heyetê li Hewlêrê şermezar kir. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aslan pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mûrat Aslan ê berî 27 salan hate destgîrkirin û windakirin, pirsîn. Dayikan bal kişandin ku dewlet qatilan diparêze. -
PAJK: Berxwedana li dijî dagirkeriyê divê li her derê mezin bikin
PAJK a diyar kir ku berxwedana li dijî dagirkeriyê divê li her derê bê mezinkirin got: “Li dorî xeta yekîtiya netewî bibin yek, li dijî dagirkeriyê xweparastin, têkoşîna civakî mezin bikin, hebûna xwe biparêzin, şerê azadiyê bi teqez serbixin.” -
Kongreya 1’an a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye bi dawî bû
Kongreya 1’an a Mecslîa Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi girtina biryar û endamên nû yên koordînasyonê bi dawî bû. -
Dayika Aştiyê Mûhteber Bor jiyana xwe ji dest da
Dayik Aştiyê Mûhteber Bor a bi salan bi têkoşîn aştî û demokrasiyê navê xwe da bihîstin, ji ber qeyran dil jiyana xwe ji dest da. -
'Jin divê bi roleke çalak rabin û bibin yek'
Di kongreya Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de hate xwestin, ku di amadekirina Destûra Bİngehîn de jin bi roleke çalak rabin. Di kongreyê de yekîtiya jinan hate destnîşankirin. -
Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kongreya xwe ya yekemîn kir
Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dest bi kongreya xwe ya yekemîn kir. -
Jinên Kerkûkî: Qûrbaniyên herî mezin ji şerê navxwe jin in
Jinên bajarê Kerkûkê bal kişandin ser hewldanên PDK’ê ya derxistina şerê Kurd bi Kurd û destnîşan kir ku eger şerek rû bide di asta yekem de jin û zarok dibin qûrbaniyên herî mezin. -
Li Amedê jinek hate destgîrkirin
Di serdegirtina malan a li navçeya Yenîşehîr a Amedê de jina bi navê Kîlşa Kocakaya hate destgîrkirin. -
Li Farqînê mirineke bi guman a jinekê
Li Farqînê jineke dêya 7 zarokan, li mala xwe mirî hate dîtin. -
Beriya danişîna jinan, polîsan êrîş kir
Danişîna doza 33 jinên ji ber li dijî vekişîna ji biryara Peymana Stenbolê derketibûn hatibû vekirin, bi êrîşkirina polîsan re dest pê kir. -
KJK: Bersiva herî mezin Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurdistanê ye
Koordînasyona KJK'ê diyar kir dewleta mafyayî yaTirk wê bi têkoşîna hevpar û rêxistinî ya tevgerên azadiya jinan were hilweşandin, li dijî êrîşên dagirker bersiva herî mezin wê Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurdistanê be. -
Jinan ji bo danişînê û mîtînga mezin bang kirin
Jinan bi mîtîngên Stenbol û Enqerê ji bo danişîna 7'ê Hezîranê û 'Mîtînga Mezin a Jinan' a 19'ê Hezîranê bang kirin. -
TJK-F û CDK-F: Em dikarin pêşî li qirkirina jinê bigirin
TJK-F û CDK-F'ê ragihand ku li Fransayê jineke din hatiye qetilkirin û gotin, "Bi têkoşîneke rêxistinbûyî ya jinan em dikarin pêşî li qirkirina jinan bigirin." -
Başaran: Em ê dawî li pergala gemarî ya AKP-MHP'ê bînin!
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir polîtîkayên şerê gemarî yên tifaqa mêr a AKP-MHP'ê dîsa aşkere bûne û got, jin wê dawî li vê pergalê bînin. -
Gulanê 17, di nav çar mehan de 84 jin hatin kuştin
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir li Tirkiyê meha gulanê bi kêmanî 17 jin hatine kuştin, 20 jê bi rengekî gumanbar mirine.