TJK-E: Divê her kes dakevin kolanan û bibin dengê Denîz ê!

TJK-E diyar kir ku berpirsê êrîşa li Îzmîrê desthilata AKP-MHP’ê ye û got: “Bang li her kesê dikin ku dakevin kolanan, li her dera cîhanê bibin dengê Denîz ê.”

Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa (TJK-E) têkildarî êrîşa faşîzan a li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê û qetilkirina endama HDP’ê Denîz Poyraz daxuyaniyek da.

TJK-E’yê diyar kir ku her roja diçe polîtîkayên dijminane ya rejîma AKP-MHP’ê zêdetir dibin, li dijî vê jî her roja diçe têkoşîna jinan a li dijî şidet, faşîzm û bêheqiyê jî didome. TJK-E’yê anî ziman ku rejîma AKP-MHP’ê dixwaze bi qirkirinên siyasî, dixwaze vîna jinê bişkîne, têkoşîna daxwazên azadî û demokrasiyê bi rêyên zorê bi çewistîne û bixe zindanan bêdeng bik.e

TJK-E’yê destnîşan kir ku piştî bûyerê kelepçenekirina qatil, ji aliyê polîsan ve parastin û gotina rayedarên dewletê a ‘bersûc hatiye girtin’ hewldana hema serê bûyerê girtin, dide nîşandan ku bûyer ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin.

TJK-E’yê got: “Em jinên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, di serî de ji bo malbata hevala xwe Denîz Poyraz û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Êrîş çawa dibe bila bibe, em dev ji lêgerîna xwe ya azadî, têkoşîna xwe ya nasnameya serbixwe bernadin, berovajî hê zêdetir bi biryar û îdîa em ê tev bigerin. Bi qetilkirina jinên Kurd wê têkoşîna dawî nebe. Gelê Kurt tim li ser piya bû, dîsa wê li ser piya be.

Ne jinên Kurd û ne jî gelê Kurd wê li ber êrîşê bêdeng nemîne, wê dem kurt û dem dirêj têkoşînê bidomîne. Di serî de bang ne tenê jinên Kurd û dostên wan ên li metrepolên Bakurê Kurdistan û Tirkiye, li hemû yên Ewropayê dikin ku di serî de li dijî êrîşa li ser Denîz Poyraz û hemû êrîşan dakevinb qadan û li her dera cîhanê bibin dengê Denîz ê.

Me du hesabê van qetlîaman xwestibû, em ê îro jî û sibe jî bixwazin.”