TJK-F û CDK-F: Em dikarin pêşî li qirkirina jinê bigirin

TJK-F û CDK-F'ê ragihand ku li Fransayê jineke din hatiye qetilkirin û gotin, "Bi têkoşîneke rêxistinbûyî ya jinan em dikarin pêşî li qirkirina jinan bigirin."

Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku salane li Fransayê derdora 200 jin tên qetilkirin û herî dawî jina bi navê Sevgî Cîrîk hate qetilkirin. Ji vê bûyera hovane ya ku doh li bajarê Metzê yê Fransayê qewimî tê fêhmkirin, dewlemend an jî xizanbûn, bi çand an jî bêçandbûna welatan ne girîng e. Tundiya li dijî jinê bi rêk û pêk û bi rengekî îdeolojîk dewam dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tundiya li jinan pirsgirêka bingehîn a jinên cîhanê ye û hate gotin, "Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin divê jin bêyî cudahiya ziman, ol, nîjad û etnîkî li hev kom bibin. Kuştina jinê êdî gihîştiye asta qirkirina zayendî. Li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinbûyî heye. Jin tenê bi têkoşîna rêxistinbûyî û bi yekîtiyê dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û pêşî li qirkirina jinê bigirin.

Li dijî çanda komkujiyê ya ku ji aliyê desthilatdariya dewlet û serweriya mêr ve hatiye afirandin em bang li gelê xwe bi taybetî mêran dikin ku hesab ji kujeran bipirsin, teşhîr bikin.

Em zanin ku di nava vê sîstemê de ya ku bi aqlê mêr tê birêvebirin, jin ewle nîne û weke Tevgera Jinên Kurd heta ku cîhanek cihê jiyanê bê afirandin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."