PAJK: Gerîlayên YJA Starê li ser xeta Sema Yuce dîrokê jinûve dinivîsînin

Koordînasyona PAJK'ê Sema Yuce bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku her gerîlayeke YJA Starê li ser xeta fedayî ya Sema, Gulan û Zîlanan dîrokê jinûve dinivîsînin.

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 23'an a şehadeta Sema Yuce daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi rasthatina 23’emîn salvegera şehadeta têkoşer û pêşenga xeta bîrdoziya azadiya jinê, hevê Sema Yuce bi nasnav Serhildan, weke Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, di şexsê hevrê Sema, Gulan, Zîlan de, tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêz û minet bibîrtînin, soz û biryardariya me daye şehîdan carekî din dubare dikin.

Hevrê Sema Yüuce, di sala 1971’an de li Agirî ji dayîk dibe. Di nav rastiya civakeke serhildêr û Kurdperwer de mezin dibe. Ev rastiya civakî di avakirina kesayeta hevrê Sema de şopên çanda civaka serhildêr diçîne. Rastiya jina berxwedêr a li Kurdistanê timî bûye pêşenga têkoşîna rûmetê. Heval Sema, bi rastiya vê kesayeta xwe tevgera azadiyê nas dike û di sala 1991’an de beşdarî tekoşîna azadiyê dibe. Di dîroka têkoşîna her netewe û civakên berxwedêr de kesayetên pêşeng mohra xwe li serdeman dixin. Ev rastiya dîrokî li Kurdistanê, di pêşengiya fikir û felsefeya Rêber Apo de bi afirandina jina azad jiyaneke nû pêşxist. Hevrê Sema Yuce, kesayeta xwe ya pêşeng li ser hîmê felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ava kir. Li hember hişmendiya mêr û kevneşopiyên civaka zayendperst li Kurdistanê ava bûyî jin û civak dîl girtibû şer û têkoşîneke dijwar ê hundirîn bi kesayeta xwe re dide afirandin. Hevrê Sema, ev têkoşîna dijwar ji bo hebûn û azadiya gelekî, ji bo afirandina jina azad li Kurdistanê di kesayeta xwe de dide meşandin. Ev rastiya têkoşîna heval Sema û bi hezaran hevalên şehîd pêşxist û dewrî me kirin, îro bi hemû dijwariya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê, di pêşengiya jinên Kurdistanî de berdewam dike.

'LI DIJÎ ZÎHNIYETA QIRKER, JIN A AZAD TEMSÎL KIR'

Di 23’emîn salvegera şehadeta hevrê Sema Yuce de em weke tevgera azadiya Kurdistanê û bi taybet tevgera azadiya jinê, bi êrîşên qirker û plangeriyên nû yê tasfiyekirinê re rû bi rû ne. Li hemberî Rêbertiya me tecrîda girankirî bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Hêzên komploger, çawa ku di sala 1998’an de, bi dîl girtina Rêber Apo xwestin tevgera me ji holê rabikin, îro bi heman hişmendiya qirker êrîşên xwe berdewam dikin. Hevrê Sema, bû yek ji wan hevrêyan ku ev komploya mezin ya li ser Rêber Apo, jina azad û gelê Kurdistanê pêş dikeve ferq kir û bi agirê bedena xwe bersiv da hêzên komploger. Li hemberî faşîzm û zihniyeta dewleta Tirk a qirker li girtîgehê, li ser xeta Sara, Kemal û Mazlûman nasnameya jina azad temsîl kir û li ber xwe da. Ji ber ku rêheval Sema, bîrdoziya rizgariya jinê bi kesayeta xwe re jiyanî kir, bû pêşenga wê. Heval Sema û bi sedan hevrêyên şehîd xelekek ji agirê azadiyê li dora Rêber Apo ava kirin û bi dirûşma ‘KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE’ hişmendiya komplogeriyê têk birin. Rêber Apo, bi berxwedan û sekna xwe ya dîrokî, bi girêdana li ser rastî û xeta şehîdan ev 22 sale, ji bo hebûn û parastina Kurdê azad, ji bo mayîndekirina şoreşa jinê û avakirina civakeke polîtîk û exlaqî bi rengekî dîrokî li Îmraliyê li ber xwe dide. Rêbertiya me, rastiya şehîdan, her tim bi pêşxistina gavên dîrokî bersiv da dijmin û rastiya têkoşînê bi heqîqeta şehîdan re mezin kir. Em weke partiya azadiya jinên Kurdistanê, di roja îro de li ser vê heqîqeta mezin têdikoşin. Weke hevrê Sema, dibêje ‘Çawa ku li Ezmanan du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin’ û ji bo xwe felsefe û bîrdoziya Rêber Apo dike hîmê avakirina kesayeta xwe ya azad ev ji bo me her militan û têkoşeriya jinê bûye çavkaniya ronahiyê.

'HER GERÎLAYEKE YJA STARÊ BI XETA SEMA, GULAN Û ZÎLANAN DÎROKÊ JINÛVE DINIVÎSÎNIN'

Em di roja îro de li ser vê mîras û deskeftiyên şehîdan ava kirin û dewrî me kiriye, li hemberî dewleta Tirk a dagirker û faşîst ku bi hevkariya AKP-MHP’ê lûtkeya faşîzmê dijî û hêzên komploger, di dema stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de şerekî dijwar û tekoşînekî mezin didin. Di şexsê her gerîlayeke YJA-Starê de xeta fedaîyane ya Sema, Gulan û Zîlanbûyînê bi tîpên zêrîn ji nûve dîrok tê nivîsandin. Li seranserê Kurdistanê, weke tevgera azadiyê û partiya azadiya jinên Kurdistanê qonaxekî têkoşînê ya dîrokî de ye. Şopdarên hevrê Sema Yuce, li tevahî Kurdistan û girtîgehên dewleta Tirk a faşîst di oxira jiyana azad de li ber xwe didin. Hevrêyên ku li ser şopa şehîd Sema û Zîlan soz dane, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, li hemberî dewleta Tirk a faşîst berxwedanekî bêhempa pêşdixînin. Ev biryardarî û vîna ji polayê a ku îro gerîlayên YJA-Starê li Zagros, Zap, Metîna û tevahî çiyayên Kurdistanê nîşan didin çavkaniya xwe ji heqîqeta hevrê Sema, Zîlan û Gulan a ku li Kurdistanê ava kiriye digre. Ev biryardarî, girêdan û hevrêtiya jina Kurd a bi Rêbertiya Azad re nîşan dide. Bi ruhê Sema tekoşînkirin, bi helwest û rêbaza çalakiya Zîlan şerkirin û bi girêdana hevrê Gulan a xeta fedaî re ger em beşdarî şerê gel ê şoreşgerî bibin, em ê rastiya jiyana azad û heqîqeta ebedî bûyî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê di pêşengiya jina azad de mîsoger bikin.

Li ser vê bîr û baweriyê, em carekî din hevrê Sema Yuce, tevahî şehîdên meha Hezîranê, şehîdên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bi rêzdarî û minet bi bîrtînin û soza me daye wan dubare dikin. Em dibêjin wê li hemberî van êrîşên topyekûn û plana tasfiyekirinê, xeta şehîdên me, têkoşîna jinan û ya gelan bi serbikeve, dagirker û nûkerî wê li Kurdistanê têk biçe."