Jinên Kerkûkî: Qûrbaniyên herî mezin ji şerê navxwe jin in

Jinên bajarê Kerkûkê bal kişandin ser hewldanên PDK’ê ya derxistina şerê Kurd bi Kurd û destnîşan kir ku eger şerek rû bide di asta yekem de jin û zarok dibin qûrbaniyên herî mezin.

Di demekê de êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Kurdan û taybet Başûrê Kurdistan dijwar dibe, pîlan û hewldanên derxistina şerê Kurd bi Kurd bi Kurdan tê kirin.

Gelê Kurd şerê Kurd bi Kurd li pişt xwe hiştiye û naxwaze bi ti awayî careke din lê vegere. Lê dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) dixwaze şerekî Kurd bi Kurd bide destpêkirin.

Jinên Kerkûkî bi tundî ev hewldana bi destê Tirkiye dixwaze şerê Kurd bi Kurdan bide destpêkirin şermezar kir û diyar kir ku ev hewldan ji derveyî malwêranî û kembaxiyê tiştekê ji bo gelê Kurd naîne, dîsa ji vê yekê yên herî zêde bibin qûrbanî jin û zarok in.

‘BI DERXISTINA ŞERÊ NAVA KURDAN, DIXWAZIN KURDAN LEWAZ BIKE’

Berpirsa Rêxistin Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) a Kerkûkê Mamoste Dilvan Ekrem bal kişand ser hewldanên şerê navxweyî û got: “Em RJAK bi navê hemû sazî û civaka jinan a bajarê Kerkûkê bi tundî van hewldanan şermezar dikin. Şerê navxwe tenê ji derveyî malwêranî û kembaxiyê i bo gelê Kurd tiştekî din naîne. Pir vekirî ye ku dijminê gelê Kurd li pişt vê pîlanê heye. Ji ber ku dijminên li hemberî şerê li dijî Kurdan de nikarin bi ser bikevin, ji bo wê hewil didin bi şerê Kurd bi Kurdan derbixin û Kurdan lewaz bikin.”

Ekrem diyar kir ku şerê navxwe wê ziyanên aborî, civakî bi xwe re bîne û wê bandorekî pir mezin a derûnî li ser civakê bike.

Ekrem wiha domand: “Ji şerê navxwe herî zêde jin dibin qûrbanî. Dîsa êş û janeke pir mezin dide zarokan. Zarok bê bav dimînin, erkê bav jî li ser milê dayîkê dimîne. Di demeke wiha de ku krîzên aborî heyî, derketina şerekî navxweyî wê rê li ber pirsgirêkên mezin ên civakî veke, asta tundiyê jî wê zdetir bibe.”

‘EM HEMÛ DIBIN QÛRBANÎ’

Hevjîna pêşmerge û dayika gerîlayekê Dayika Behye Enwer jî diyar kir ku weke hevjîna pêşmerge û dayika gerîlayekê ew li dijî her cûre şerekî Kurd bi Kurd e û got: “Ji derketina şereke navxweyî em hemû dibin qûrbanî û taybet jin di asta yekê de dibin qûrbanî. Ji ber ku gelek zarok bê bav dimînin û erkê li ser milê jinan jî zêdetir giran dibe. Di demeke krîzên aborî yên heyî, derketina şerekî navxwe wê asta van krîzan kûrtir û girantir bibe.”

Dayika Behye Enwer anî ziman ku tu kes alîgirê şerê Kurd bi Kurd nîne, ji derveyî dijminên Kurdan û got: “Ji ber ku me ji şerê berê yê navxwe ezmûna xwe girt ku gel kete çi qastê û rewşê. Hê jî roja îro hinek barê wê dikişîne. Gelek zarok bê bav mezin bûn, seqet bûn.”

‘JI ŞER WÊ TENÊ TIRKIYE SERKETÎ BE’

Dayika Behye destnîşan kir ku li pişt derxistina şerê Kurd bi Kurdan dijminê gelê Kurd li pişte û eger şer derbikeve jî wê tenê Tirkiye ji vê serketî derkeve.