Li Swîsreyê jinan serî hildan: Dawî li cihêkariyê bînin!

Jinên li Swîsreyê 14'ê Hezîranê di çarçoveya Greva Jinê ya Neteweyî de li tevahiya welêt daketin qadan. Bi deh hezaran jinên ketin grevê, hişyarî dan rayedaran ên di polîtîkayên cihêkariyê de israr dikin.

Jinên Swîsreyî ku bi daxwaza mafên wekhev herî dawî 14'ê Hezîrana 2019'an di asta neteweyî de ketin grevê, ji ber ku daxwazên wan bi cih nehate anîn, doh jî li tevahiya welêt ketin grevê. Grev bi pêşengiya sendîkayan û rêxistinên jinan hate kirin. Di çarçoveya greva neteweyî de jinan dest ji kar berdan, li bajarên ku lê ne daketin qadan û bang li rayedaran kirin ku li dijî polîtîkayên cihêreng bikevin nava liv û tevgerê.

HÊRSA LI DIJÎ CIHÊKARÎ, TUNDÎ Û BAVIKSALARIYÊ

Jin bi dirûşma "hurmet, hîn bêhtir mûçe, hîn bêhtir mûçeyê teqawîtbûnê" ketin grevê û ji serê sibehê ve beşdarî çalakiyan bûn. Newekheviya mûçeyan a navbera jin û mêr argûmana bingehîn a grevê jî be, cihêkariya zayendî, tundî û sîstema baviksalarî ji wan mijaran bû ku jin li ber rabûn.

Piraniya jinan piştî saet 15:24'an dest ji kar berdan û tevlî grevê bûn. Li gorî cudahiya navbera jin û mêr tê kirin, tê ragihandin ku ji vê saetê û pê ve jin bêpere dixebitin.

'ÇAREYA ME YA YEKANE BERXWEDAN E'

Piştî çalakiyên li nava rojê, danê êvarê jî li hemû bajarên Swîsreyê bi deh hezaran jin meşiyan. Parlamenterên jin ên li ser asta neteweyî û kantonî jî tevlî meşan bûn û jinan bi hev re dirûşmên 'Karê wekhev, mûçeyê wekhev', 'Jin rawest e, cîhanê rawest e', 'Grev, grev, grev femînîst', 'Bes e ji sîstema baviksalar re', 'Bedena min bedena min e', 'Bes e ji civak û polîtîkayên zayendîperest re', 'Bijî berxwedana jinê, berxwedan yekane çare ye' qîriyan.

Jinan diyar kirin ku piştî greva neteweyî ya jinan a 14'ê Hezîrana 2019'an ku bi sed hezaran jin tevlî bûn, di polîtîkayên cihêkar de hîn jî israr kirin û careke din hişyarî dan rayedaran.

JINÊN KURD: BERXWEDANA JINÊ DIBE SEDEMA AZADIYÊ

Rêxistinên jinên koçber jî piştgiriyeke xurt dan grevê û meşan. Jinên Kurd jî bi rengê xwe tevlî çalakiyan bûn. Li gelek bajaran, di mîtîngan de jinên Kurd axivîn, bal kişandin ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û gotin, "Berxwedana jinê dibe sedema azadiyê." Nûnerên rêxistinên jinan ên koçber diyar kirin, ku jinên koçber hem ji ber nasnameya xwe ya jinê hem jî ji ber koçberiya xwe du caran mexdûr dibin.

Li gel tedbîrên dijî Covîd-19 di çarçoveya Greva Jinê ya Neteweyî de li hemû bajaran meş hatin lidarxistin. Çalakiyên herî girseyî jî li bajarên Bern, Cenevre, Lozan, Basel û Zurîchê pêk hatin.