Beriya danişîna jinan, polîsan êrîş kir

Danişîna doza 33 jinên ji ber li dijî vekişîna ji biryara Peymana Stenbolê derketibûn hatibû vekirin, bi êrîşkirina polîsan re dest pê kir.

Di 12’ê Tebaxa 2020’an de di çalakiya Paltforma Jinan a Enqerê li dijî nîqaşên derketina ji Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibû. Polîsan mudaxaleyî vê çalakiyê kiribû û 33 jinan destgîr kiribûn. Piştre ev jin hatibûn berdan û derbarê wan doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza jinan li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir.

Beriya danişînê jinan xwest li pêşiya Edliyeya Enqerê daxuyanî bidin çapameniyê. Polîsên ku derdora edliyeyê bi bebdab dorpêç kiribûn destûr nedan daxuyaniyê û jin tên darizandin jî di nav de 20 jinan destgîr kirin. Jin li dijî vê derketin û meş li dar xistin. Polîsan bi gaza îsotê mudaxaleyî meşa jinan kir.

POLÎSAN ÊRÎŞ BIRE SER ROJNAMEVANAN

Polîsan êrîşî rojnamegerên ku xwestin meşê bişopînin kir û li wan dan. Polîsan telefona nûçegîhana Jinnewsê Dîlan Babat desteser kir û avêtin erdê. Her wiha polîsan bi çoyan li nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Hakan Yalçin dan.

33 JIN TÊN DAREZANDIN

Piştî vê mudaxaleya polîsan danişîna 33 jinên ku nûçegîhana ajansa MA Eylem Akdag jî di nav de heye dest pê kir. Parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Zuleyha Gulum, Semra Guzel û parêzer li danişînê amade bûn. Jinên ku danişîna wan hebû jî bi armanca şermezarkirin binçavkirina hevalên xwe neketin eywana danişînê. Jinan li ber derê eywanê danişînê şopandin. Nûnerên Rêxistina Efûyê û rojnamegeran jî negirtin danişînê.

Danişînê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Jinên ku di derbarê wan de doz hatiye vekirin vexwendin eywana danişînê. Jinan bi gotina “destgîr kiriye” bersiv dan vê vexwendinê. Parêzeran jî da zanîn ku jinên derbarê wan doz hatiye vekirin bi lêdanê hatine destgîrkirin û gotin ku wê parastinê nekirin.

Danişîn didome.