Meclîsa Jinê ya FEDA'yê nerazîbûn nîşanî astengkirina heyeta aştiyê da

Meclîsa Jinê ya FEDA'yê astengkirina heyeta aştiyê li Başûrê Kurdistanê û destgîrkirina endamên heyetê li Hewlêrê şermezar kir.

Di daxuyaniya Meclîsa Jinê ya FEDA'yê de hate gotin,  "Nêzî 50 roj in hêzên şer ên komara Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê dest bi şerekî kirine, li herêma Metîna, Zap û Avaşînê ji bejahî û hewayî ve, herêma Kurdistanê ya Iraqê kirine qada şer. Gundî ji gundan dane revandin, bi sedan heywan û cûreyên nebatan bûne qurbanê van polîtîkayên şer.

Dewleta KOmara Tirkiyeyê ku îmha û înkarê li dijî Kurdan rewa dibîne, hikumeta Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî PDK daniye aliyê xwe û dixwaze bi vî rengî Kurdan bi Kurdan bide kuştin û êrişên xwe yên tunekirinê bi cih bîne.

Di serî de PDK, YNK, PKK, Goran, ji bo hemû partî û rêxistinên Kurd xwe ji van lîstikan vegirin, ji bo parastina aştiya navxweyî heyetek ji Ewropayê berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Em bang dikin ku bi hurmet û qîmet nêzî vê koma dostanî û aştiyê bibin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi xemgînî pê hesiyane, Hevserokê wan ê FEDA'yê Demîr Çelîk jî di nav de 6 hevalên wan ên koma aştî û azadiyê hatine destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de bang li rayedarên PDK'ê û rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê hate kirin ku bi rengekî ku li çanda Kurd tê nêzîkatiyê nîşan bidin, yekîtiyê xurt bikin, li ber dijberên aştiyê rabin, li dijî hêzên ku dixwazin Kurdan qir bikin têbikoşin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev gotina Cegerxwîn hate bibîrxistin: "Eger em nebin yek em ê herin yek bi yek."