Gulanê 17, di nav çar mehan de 84 jin hatin kuştin

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir li Tirkiyê meha gulanê bi kêmanî 17 jin hatine kuştin, 20 jê bi rengekî gumanbar mirine.

Li gorî KCDP'ê ku bîlançoya meha gulanê ya tundiya zilaman aşkere kirî 17 jin ji hêla kurên wan ve, 1 jê ji hêla xizmên wê ve, 1 jê ji hêla bav ve, 7 jê ji hêla hevserê wan ve, 3 jê ji hêla hevserên wan ê berê ve, 1 jê ji hêla kesê ku pê re dijiya û 1 jê ji hêla kesê ku berê pê re dijiya hatine kuştin. Ji jinên ku hatine kuştin tenê yek jê têkiliya kujer a xizmîtî bi jina hatî kuştin re nebûye.

10 jin li malê hatine kuştin, 2 jê li naverasta kuçeyê, 1 jê li eraziyê, 1 jê li devereke xalî. Cihê 3 jinên ku hatine kuştin diyar nebûye. 

Li gorî raporê her wiha 20 jin bi rengekî gumanbar hatine kuştin.