'Jin divê bi roleke çalak rabin û bibin yek'

Di kongreya Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de hate xwestin, ku di amadekirina Destûra Bİngehîn de jin bi roleke çalak rabin. Di kongreyê de yekîtiya jinan hate destnîşankirin.

1'emîn Kongreya Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ku bi dirûşma "Şoreşa jinê misogeriya civaka azad û demokratîk e" li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê tê lidarxistin, dewam dike. Endama Koordînasyona Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah di destpêka kongreyê de axivî û bal kişand ser krîza aborî û tenduristiyê ya heyî. Asya Abdullah diyar kir ku ev krîz ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hatiye birêxistinkirin. Asya Abdullah her wiha destnîşan kir ku li dijî planên li ser gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê divê têkoşîn bê meşandin.

'DIVÊ JIN DESTKETIYAN BIPARÊZIN, BI ROLEKE ÇALAK RABIN'

Asya Abdullah diyar kir ku berxwedana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asteke girîng de ye û got, "Ji ber vê yekê divê em jin destketiyên li herêmê biparêzin. Divê krîz bê çareserkirin û jin di avakirina Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de bi roleke çalak rabe."

Asya Abdullah destnîşan kir ku di avakirina Destûra Bingehîn de rêxistinên siyasî yên jinan ên li Sûriyeyê divê yek bin û siyaseta li herêmên dagirkirî li dijî jinan tên meşandin eşkere bikin.

'BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ KRÎZÊ MEZIN DIKE'

Bi navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer axivî û bi bîr xist ku kongre di nava şert û mercên giran de tê lidarxistin. Emîne Omer got, "Jin ji ber ku di nava Rêveberiya Xweser de li ber her cûre astengiyan radibin, ev kongre gelekî girîng e." Omer diyar kir ku sedema krîza li Sûriyeyê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ye û got, "Raya giştî ya navneteweyî neçar e ku li dijî siyaseta tundiyê ya li herêmên dagirkirî li dijî jinan tê kirin û ji krîza li Sûriyeyê re çareseriyê bibînin."

Omer anî ziman ku pêwîstî bi çareseriyeke siyasî heye û divê jin cihê xwe di nava vê çareseriyê de bigirin. Omer bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî û diyar kir ku armanca dewleta Tİrk tunekirina gelê Kurd û gelên li herêmê ye.

'PÊWÎSTÎ BI YEKÎTIYA JINAN HEYE'

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro jî anî ziman ku pêwîstiya wan bi yekîtiya jinê heye û jin divê bi baweriyeke mezin tevlî biryarên bêne wergirtin bibin. Xidro got, "Gelek hêzên derve hewl didin ku projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. Lê belê berxwedana me her timî ye. Xwe dispêre pîvanên neteweya demokratîk û destketiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin." Xidro diyar kir ku heta li Sûriyeyê platformek ku jin hemû di nav de cih bigirin bê avakirin, heta mafên mayinde bêne bidestxistin û ji bo Sûriyeyê paşerojeke nû bê avakirin wê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe dewam bikin.

Bi navê YPJ'ê jî Sewsen Ferhad axivî û destnîşan kir ku di mijara ewlekariya herêmê de jin bi roleke girîng radibin. Sewsen Ferhad bang li jinan kir û got, "Em nîşanî cîhanê bidin ku civak wê ji aliyê jinê ve bê parastin."

Piştî axaftinan xelat ji Meclîsa Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyan re hate dayin.