Piştevaniya Jinan a Ewropa: Bê rawestan xwedî li HDP’ê derkevin

Piştevaniya Jinan a Ewropa, bal kişand ser êrîşa faşîst a li Îzmîrê û got: “Bê ku rojek bê rawestandin, bang li her kesê dikin ku xwedî li HDP’ê derkevin.”

Piştevaniya Jinan a Ewropa (AKD) li ser êrîşa faşîzan a li ser avahiya HDP’ê û di encamê de qetilkirina Denîz Poyraz a HDP’î daxuyaniyek da.

Piştevaniya Jinan a Ewropayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Erdoganê qatil ê faşîst bi hêza di destê xwe de bi domdarî êrîş HDP’ê dike û got: “Di dema desthilata xwe de bê navber qetlîam, bê hejmar provakasyon kiriye. Li dijî Kurdan, sosyalîst, jinan û Elewiyan gelek sûc kiriye. Îro jî êrîşî avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê kir û Denîz Poyraz a HDP’î qetil kirin.

Her kes dizane kê agir berdaye avahiya HDP’ê û Denîz Poyraz kê qetilkiriye. Em jî dizanin. Ev êrîş ji qesrê hatiye plankirin.

Medyaya desthilatê her roj HDP’ê dike hedev. Her roj trollên desthilatê HDP’ê terorîze dike. Bi dehan sal ceza dane endam û xebatkarên wê.

Çi zilmek meya ku nehatî kirin?

Berpirsê vê qetlîamê, desthilata Erdogan a faşîst û Wezareta Karê Hundir e.

Bang dikin, bê ku rojek din li bendê bimînin, tavilê divê her kes xwedî li HDP’ê derkeve.

Li dijî vê rêxistina xirab banga xwedîderketina li HDP’ê dikin.”