Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kongreya xwe ya yekemîn kir

Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dest bi kongreya xwe ya yekemîn kir.

Kongreya 1'emîn a Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Şoreşa jinê misogeriya civaka demokratîk û azad e" pêk tê.

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Meclîsa Malbatên Şehîdan, Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Kongreya Star li kongreyê amade ne.

Di kongreyê de piştî nirxandina karê du salan ê meclîsê, wê rêziknameya meclîsê bê nîqaşkirin. Di dawiyê de jî wê biryarên taybet ên jinan ji bo qanûnên jinan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bêne wergirtin.