Wê li Parîsê Festîvala Jinan a Fîdan Doganê were lidarxistin

Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a 4’emîn wê di 3’ê Tîrmehê de li Parîsê were lidarxistin.

Wê di 3’ê Tîrmehê de li Parîsê Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a 4’emîn were lidarxistin. Festîval wê bi şîrara ‘Li hemberî qirkirina jinê dem dema parastina jinên azad û civaka azad e’ li qada Parc Interdepartemental a herêma Parîs Val De Marneyê were lidarxistin.

Festîvala îsal di şexsê Fîdan Dogan de diyarî Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez û diyarî Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) hate kirin a ku di Hezîrana 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûbû. Di bernameya festîvalê de Yelda Abbasî, Nûarîn, Meral Alkan, Reqsên Gelê Tamîlê, Kevana Zêrîn, Koma Govendê ya Tev-Çandê jî cih digirin.

Di festîvalê de wê çalakiyên li hemberî pergala baviksalar, qetlîamên li ser jinan ên li Rojhilata Navîn, li dijî dewleta Tirk a dagirker û mêtinger werin kirin. Di festîvalê de ji bo zarokan qada lîstikê, standên agahdarkirinê yê li ser çanda Kurdan û têkoşîna jinên Kurd werin vekirin. Festîval wê di 3’ê Tîrmehê roja Şemiyê were kirin.

Komîteya Amadekar diyar kir ku wê ji bajarên Strasboûrg û Parîsê jî tevlêbûna ji bo festîvalê were kirin û jinên Kurd di serî de bang li hemû gelê Kurd û tevgerên femînîst kir ku bila tevlî çalakiyê bibin.