TJK-E: Hevrê Delal nefera destpêkê ya xwişk-biratiya gelan bû

TJK-E'yê ragihand ku Guler Yûrdakûl (Delal) li bajarê Malmedy ê Belçîkayê şehîd bûye û got, "Hevrêya me Delal ji çiyê heta zindan û bajaran, têkoşîna azadiyê bêtawîz meşand. Em ê şopdarên wê bin."

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û ragihand, Guler Yûrdakûl (Delal) ku salên dûr û dirêj cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girt, li bajarê Malmedy ê Belçîkayê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêya me Delal (Guler Yûrdakûl) ku salên dûr û dirêj xizmet ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re kir, li bajarê Malmedy ê Belçîkayê ku demeke dirêj lê dihate dermankirin, şehîd bû. Hevrêya me Delal ku îdîaya sosyalîzmê û biratiya gelan bi biryardariya azadiyê ya jin û gelê Kurd re kir yek, ji çiyê heta zindan û bajaran têkoşîna xwe ya azadiyê bêtawîz meşand. Em ê jî li ser şopa wê bin. Bersiva me ya herî mezin a li şehadeta hevrêya me Delal wê serxistina rêya wê be ku herikîna dîrokê guherand."

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate ragihandin ku Guler Yûrdakûl sala 1960'î li gundê Cîbîn ê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ji dayik bû û hate gotin, "Dema ku li Dîlokê diçû Lîseyê Apoyî nas kir. Bêteredût fêhm kir ku xeta demokrasî, sosyalîzm û azadiyê ya ji bo gelên Tirkiyeyê, xeta Apoyî ye û tevlî nava têkoşînê bû. Di Adara sala 1980'î de tevî ji pêşengên PKK'ê Mehmet Karasûngûr û Halîl Îbrahîm Bîlgîn hate destgîrkirin. Piştî demekê hate berdan. Piştî darbeya 12'ê Îlonê li bejahiya Dîlokê dest bi kar kir.

NEXWEŞÎ LI PÊŞIYA BIRYARDARIYA WÊ YA ŞOREŞGERÎ NEBÛ ASTENG

Sala 1981'ê tevî 3 hevrêyên xwe dîl ket. Li gel hevrê Sakîne Cansiz (Sara) li girtîgehê ma, ku Sara afirînera çanda me ya berxwedanê ye. Ji ber êşkenceyên ku lê kirin xisar li mejiyê wê bû. Piştî ku tedawiya wê bi dawî bû têkoşîna xwe li cihê mayî bi rengekî çalak dewam kir. Di sala 1990'î de li nava civaka Kurd a li Ewropayê, jib o belavkirina çanda berxwedanê û welatparêziyê ked da. Ji ber nexweşiya li mejiyê wê, tevî ku gelek caran emeliyat bû jî nehişt ku ev nexweşî li pêşiya şoreşgeriya wê bibe asteng. Mîna ku li zindanê li ber xwe da, li dijî nexweşiyê jî li ber xwe da û nehişt nexweşî li pêşiya îdîa û armancên wê bibe asteng.

Hevrê Delal bi sekna xwe ya bi pîvan û hezkirina li jiyanê, zor û zehmetiyên fîzîkî ji ber xwe rakir. Di navbera salên 1995 û 2000'î de li çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwe dewam kir. Lê belê ji ber ku nexweşî lê giran bû di destpêka sala 2000'î de hat Ewropayê. Hevrê Delal ku tenduristiya wê her nebaş bû û demek bû li hemberî nexweşiya ALS'ê li ber xwe dida, ji aliyê fîzîkî ve nekarîbû tevlî bibe jî bi pîvan û helwetsa xwe her tim ji bo me hevrêyên xwe bû biryardarî, îdîa û hêza hezkirinê.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, em ê biryardariya azadiya jinê û xwişk û biratiya gelan a ku hevrêya me Delal temsîl dikir, bi cih bînin. Heta ku mêtingeriyê ji Kurdistanê biqewirînin û faşîzmê têk bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê bibin şopdarê biryardarî, hesret û îdîaya şehîdan û kedkara têkoşîna me ya azadiyê şehîd Delal."