Jinan ji bo danişînê û mîtînga mezin bang kirin

Jinan bi mîtîngên Stenbol û Enqerê ji bo danişîna 7'ê Hezîranê û 'Mîtînga Mezin a Jinan' a 19'ê Hezîranê bang kirin.

Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê bang kirn ku tevlî danişîna 33 jinan bibin ku Tebaxa 2020'an ji bo ku bicihanîna Peymana Stenbolê çalakî kiribûn û hatibûn destîrkirin.

Li ser navê Konfederasyona Kedkarên Cameweriyê (KESK) Berdeva Demê ya Platforma Enqerê Melek Aşir axivî. Bang li jinan kir ku 7'ê Hezîranê tevlî danişîna 33 jinan bibin. Aşir got bila her kes 7'ê Hezîrana 2021'an saet 09:30'an li Edliyeya Sihhiye ya Enqerê hazir be. 

Palatforma Jinan a Wekheviyê (EŞÎK) ragihand ku 19'ê Hezîranê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê, ''Mîtînga Mezin a Jinan'' wê were kirin. Di daxuyaniyê de îmzeya 88 rêxistin û saziyê jinan heye, EŞÎK'ê bang kir li jinan kir ku 19'ê Hezîranê li Stenbolê wê werin cem hev.