Li Sêwerekê mirina bi guman a jinekê

Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê, jina bi navê Zîne Karakaş li mala xwe bi rengekî gumanbarî mirî hate dîtin.

Li gorî agahiyan, li mala Zîne Karakaş a li taxa Aşagi Karabahçeyê, sibeha Şemiyê dengê çekan hate bihîstin. Cîranên ku ji ber vê yekê ketin hundirê malê dîtin ku Karakaş miriye.

Karakaş dayika 7 zarokan bû û hate îdîakirin ku hevserê wê beriya du rojan ji bo kar bike çûye Stenbolê.

Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwerekê, ji wir jî birin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.

Hîn eşkere nebûye ku Karakaş çawa miriye, lê têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

HER MEH BI DEHAN JIN BI RENGEKÎ GUMANBAR DIMIRIN

Her meh bi dehan jin bi rengekî gumanbar dimirin, yan jî têne kuştin. Li gorî Platforma em ê dawî li kuştina jinan bînin (KCDP) tenê meha Gulanê herî kêm 17 jin hatin ukştin û 20 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

KCDP'ê ragihand ku mehên Çile, Adar, Nîsan û Gulanê herî kêm 84 jin hatin kuştin. KCDP'ê 'ji bo kes hînî hejmaran nebe' daneyên meha Sibatê eşkere nekiribû.

Platformê diyar kiribû ku sala 2020'î 300 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.