‘Wê desthilatdarî hesabê vê êrişê bide’

Saziyên jinan û komeleyan diyar kirin ku berpirsên êrişa faşîst a li ser HDP’ê desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.

TJA, Meclîsa Jinan a HDP’ê, û FEDA’yê derbarê êrîşa faşîst a li Îzmîrê daxuyanî dan.

TJA’yê got “Ji dîroka mirovahiyê heta vê demê jinan li hemberî feraseta mêr-dewletan stûyê xwe xwar nekirin û wê ji niha şûnde jî stûyê xwe xwar nekin. Em jin em ê li kolanan bin û em ê têkoşîna xwe geş bikin. Heta ku em hesabê Sakîneyan, Sêvêyan, Asyayan û Denîzan bipirsin em ê li kolanan bin.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got “Di êrîşa çekdarî de ya li dijî rêxistina me ya li Îzmîrê hatiye kirin, hevala me Denîz Poyraz hatiye kuştin. Wê jin hesabê vê qetlîamê bipirsin.”

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) got “Faşîzm ji xwînê têr nabe. Em vê feraseta faşîst û qirker şermezar dikin, bang li hêzên demokrasiyê dikin ku bila bibin yek. Em Elewî, Kurd, femînîst, kedkar û hemû bindest divê em van lîstikên desthilatdariyê pûç bikin.”