Başaran: Em ê dawî li pergala gemarî ya AKP-MHP'ê bînin!

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir polîtîkayên şerê gemarî yên tifaqa mêr a AKP-MHP'ê dîsa aşkere bûne û got, jin wê dawî li vê pergalê bînin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo ku xeta têkoşîna polîtîk a serdema nû diyar bike li Navenda Giştî kom bû. Beriya civînê Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acara Başaran axivî. 

Başaran diyar kir tifaqa mêr a AKP-MHP'ê ku bi şer û kaosê dixwaze li ser piyan bimîe her roj li dijî jinan û civakê sûcekî dî dike, bal kişandina mikurhatinên serekçeteyê Tirk Sedat Peker û got careke dî hatiye dîtin ku salên 90'î çawa toreke gemarî ya têkiliyan hatiye danîn û got kuştinên li ser vê hevkariya gemarî hê li hêviya ronîbûnê ne. 

Başaran bi bîr xist ku duh salvegera 27'an a qetilkirina Savaş Buldan û hevalên wî ye û got, ''Em wan bi hurmet bi bîr tînin, em careke dî bi bîr xistin, me gavekê jî ji têkoşîna xwe ya ji bo îfşakirina têkiliya dewlet-mafyayê bernedaye û heta ku em encamekê bi dest ve bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.''

Başaran têkoşîna Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Pirsûsê û dayikên kesên di Komkujiya Enqerê de hatine qetilkirin bi bîr xist, got, ''li gel van dayikan li dijî van polîtîkayên qirêjî em têkoşiyan û me adalet xwest.'' Başaran her wiha diyar kir desthilata Tirk ku ku bi polîtîkayên gemarî dixwaze dengê jinan bibire di nav xwe de çawa bûye parçeyek ji têkiliya mafya-çete û derketiye holê mekanîzmaya siyaset-dewlet-darazê çendî riziyaye.

Başaran mikurhatinên serekeçeteyê Tirk Sedat Peker îşaret kir, got bi van mikurhatinen tişta ku bi salan e ew pê dizanin û dibêjin, ''polîtîkayên gemarî yên şer ên tifaqa mêr a AKP-MHP'ê li hundir û derve teşîr bûne. Bi vê aşkerebûnê re careke dî derketiye holê ku zengîniya gel çawa dane şer û sermiyadaran. Dîsa derketiye holê di bingehê şer û kaosê de dijminatiya li Kurdan û jinan heye. ''

Başaran bi domdarî got,''Li dijî van sûcên ku hatine kirin bêdengî tê maneya pejirandina cinyetên kiryar nediyar, yê maneya pejirandina komkujiyên Gezî, Pirsûs û Enqerê.''

Di axaftina xwe de Başaran her wiha got, ''Jin wê destûrê nedin ku hûn rejîma serwer a mêr ku hûn xeyalan wê dikin ava bikin. Hûn ê bi zext û destgîrkirinan nikarin jinan bêdeng bikin.''

Başaran dawiyê bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir tecrîd li hemû Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bûye modêla rêveberiyê û got, ''Polîtîkayên tecrîdê ku li Imraliyê dest pê kiriye û li hemû girtîgehan berbelav bûye, di serî de li ser jinan tê xwestin ku li ser hemû civakê were danîn. Li dijî hewldana desthilatê ku dixwaze krîza xwe bi rejîma şer bidomîne em jin em ê ji bo aştiyeke birûmet, heta ku tecrîd were şikandin têkoşînê bidomînin.''