Kongreya 1’an a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye bi dawî bû

Kongreya 1’an a Mecslîa Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi girtina biryar û endamên nû yên koordînasyonê bi dawî bû.

Kongreya 1’emîn a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sxwriye ku dirûşma “Şoreşa Jinê Misogeriya Civaka Demokratîk û Azad e” vê sibehê bi tevlîbûna 200 delegeyan li Hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo destpê kir.

Piştî axaftinan, rapora du salan a kar û xebatê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin. Her wiha li ser rêzikname hate nîqaşkirin. Her wiha pirensipên têkildarî qanûnên jinê hatin nîqaşkirin û nirxandin.

Paşê 21 kes ji bo Koordînayona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate hilbijartin, di nav de 7 endamên partiyên siyasî ne.

Kongre bi girtina biryaran bi dawî bû.

Hinek biryarên hatine girtin wiha ne:

-Konferansek ji bo nîqaşkirina rewşa jinên li heremên dagirkirî were lidarxistin.

-Komxebat ji bo pêşxistina jinan di aliyê siyasî de werin birêxistinkirin.

-Di aliyê aborî de piştevahî bi jinan re were dayîn û komxebat di vî warî de werin lidarxistin.

-Ji bo rêgirtina li ber şerê taybet jin û civak werin perwerdekirin.

-Ji bo xurtkirina têkiliyan bi rêxistin û tevgerîn jinan ên li Sûriyê, herêmê û cîhanê re xebat were kirin.

Di dawiyê de endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Emoka encamnameya kongreyê xwend.

Di encamnameyê de ev hat gotin:

“Yekemîn Kongreya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di dîroka 11'ê Hezîrana 2021'an de bi dirûşma “Şoreşa Jinê Misogeriya Civaka Demokratîk û Azad e” hate lidarxistin. Endam û nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl  ên têkildarî jinan, nûnerên meclîsên jinan, Kongreya Star, YPJ, nûnerên ji pêkhateyên cuda, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongreyê bûn.

Her wiha mêvan ji alî û saziyên cuda yên Rêveberiya Xweser, Desteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Saziya Gaziyên şer beşdarî kongreyê bûn.

Kongrê bi axaftina bi xêrhatina beşdaran dest pê kir. Piştre deqeyeke rêz hate girtin. Axaftina destpêkê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinan Asya Ebdullah ve hate kirin, piştre beşdaran jî axaftin kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser rola Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê pêvajoya hestiyar de, hate gotin ku meclîs minbera hevbeş a hemû jinan e ku ala azadiyê rakirin û bûne semola şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha bal hate kişandin ser serkeftinên ku jinan di hemû qadan de bi dest xistin. Hate diyarkirin ku jin li pêşberî berpirsyariyên mezin in ku van destkeftiyan biparêzin û rola jinan di prosesa aştiyê de xurt bikin  da ku bibin hêmaneke aktîv di navendên biryardayînê de.

Di rûniştina duyemîn de, rapora du salan a xebatên meclisê hate xwendin, rewşa siyasî û rêxistinî hatin nirxandin, her wiha pirensipên têkildarî qanûnên jinê hatin nîqaşkirin û nirxandin."