JIN
Hemû Nûçe
-
Dogû: Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê bi serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bersiv ji her cûre kuştinan re bê dayin û ji bo pêngava 10'ê Cotmehê jî got, 'Bi ruhê raperîn û avakirinê yê Rêber Apo em pêngavê mezin bikin." -
Jin daketin qadan: Em ê ji Jîna heta Narînan hesap bipirsin!
Jinên ku di 2’emîn salvegera berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de daketin qadan gotin, “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narîn li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in.” -
Meşa li Amedê: Şoreşa jinê berfireh dibe!
Jinên Amedî di salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de daketin qadê û peyama, "Şoreş berfireh dibe" dan. -
Nergis Muhammedî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir
Nergis Muhammedî salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir û banga lidarxistina çalakiyan kir. -
YPJ'ê serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' silav kir
YPJ'ê bang kir ku her kes li dora felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li hev bicivin û got, "Yek ji qadên têkoşînê yên Rêber Apo têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr e." -
Meclîsa Kongra Star a Qamişloyê: Divê azadî were bidestxistin
Kongra Star a Qamişloyê têkildarî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî” li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir, ku divê têkoşîna ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê dewam bike. -
'Em ê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dawî li desthilatdariyê bînin'
Li Kantona Firatê, bi dehan jin bi wesîleya 2’yemîn salvegera qetilkirina sembola serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ Jîna Emînî hatin ba hev û diyar kirin ku ew ê bi rihê Jin Jiyan Azadî desthilatdariyê têk bibin. -
Pexşan Ezîzî: Divê em xwedî li felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' derkevin
Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, got "Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî felsefeya jiyanê ye. Gel li dora vê felsefeyê civiya ye û divê ti carî destûr neyê dayin ku ev felsefe bê berevajîkirin." -
KBDH: Jin bi yekîtiyê dikarin şoreşên nû biafirînin
KBDH’ê salvegera serhildanên li Rojhilat û Îranê silav kir û got: “Mezinkirina têkoşîna jinê û afirandina şoreşên nû yên jinê, wezîfeya me ya dîrokî ye.” -
Kongra Star: Em ê jiyana azad misoger bikin
Kongra Star salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' silav kir û got, "Bila cîhan zanibe ku veger ji pêngava 'Jin, Jiyan, Azadî' nîne. Em ê li Rojhilata Navîn fikir û felsefeya jiyana azad pêk bînin." -
TAJÊ banga xurtkirina yekîtî û têkoşîna hevpar li jinan kir
TAJÊ cangoriyên serhildana Jin Jiyan Azadî bi rêzdarî bibîr anî û banga xurtkirina yekîtiyê û têkoşîna hevpar li jinên cîhanê, bi taybetî li jinên ji her netewî li Rojhilatê Kurdistan-Îranê dijîn kir. -
Bûyerên kuştinê yên li çalakiyên şermezarkirinê nehatin lêpirsîn
Tevî ku di ser qetilkirina Jîna Emînî re du sal derbas bûne, têkildarî kuştina mirovan a di dema xwepêşandanan de lêpirsîneke bi tenê ya xurt nehatiye kirin. Zextên qanûnî û pratîkî zêde bûn. -
Jinan ji Strasburgê bang kirin: Armanca sereke azadkirina Rêbertiyê ye
Li Strasburgê di çarçoveya kampanya "Tîrêjên Rojê" de, bang li saziyên Ewropayê hat kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê erka bi cih bînin û ji hêzên azadîxwaz jî xwestin ku piştgiriyê bidin pêngava navneteweyî. -
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi çalakiyê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinê ya Evîn a li Tehranê ku bi êşkenceyê navdar e, ragihandin ku wê bi greva birçîbûnê piştgiriyê bidin greva giştî ku di salvegera duyemîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatiye ragihandin. -
Destpêk û rêveçûna Jineolojiyê
Karên Jineolojiyê li Rojava sala 2017'an li Efrînê bi avakirina navendekê destpê kir û bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakî berfireh bû. Karên jineolojiyê bi armanca wekheviya zayendî ya civakî û belavkirina feraseta jiyana azad tê meşandin. -
Rûken Nexede: Baweriya me ya bi serketin û şoreşê tam e
Endama KJAR'ê Rûken Nexede anî ziman ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilat û Îranê di sala 2022'an de destpê kir li tevahiya cîhanê belav bûye û got, "Baweriya me ya bi şoreş, berxwedan û serketina jinê tam e." -
Li Fransayê li dijî çanda destdirêjiyê çalakî hatin lidarxistin
Li gelek bajarên Fransayê bi hezaran kes daketin qadan û piştgirî dan Gisèle Pelicot a ku bû sembola têkoşîna li dijî êrîşên zayendî û mexdûrên destdirêjiyê. -
KNK’ê salvegera duyemîn ya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" pîroz kir
Komîsyona Jinan ya KNK‘ê salvegera 2’emîn ya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" pîroz kir û bang li hemû rêxistinên navneteweyî, saziyên demokratîk û tevgerên jinan kir ku li dijî polîtîkaya îmha û darvekirina jinên Kurd û çalakvanên azadiyê bibin xwedî helwest. -
KJK: Em bi Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikevin!
KJK’ê di salvegera duyemîn a Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de daxuyaniyek da û got: “Em beşdarî Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn û pêvajoya Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê bibin û bi Jin, Jiyan, Azadî azadiyê bi dest bixin û bi ser bikevin!” -
Jîna Emînî li Zurîhê hate bîranîn: Hûn ê nekarin jinên Kurd bêdeng bikin
Di çalakiya li Zurîhê hatî lidarxistin de hate destnîşankirin ku wê rejîmên faşîst bi felsefeya “Jin jiyan azadî” bên têkbirin û jinên girtî yên ku bi vê dirûşmeyê li ber xwe didin, hatin silavkirin. -
Endamên TekoJIN’ê li Kolnê standa çandê danî
Endamên TekoJIN’ê li Kolnê, standa çanda Rojhilat dide nasîn danîn. -
Sînor Gelawêj: Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' rêya rizgariyê ye
Endama Konseya Rêveber a KJAR'ê Sînor Gelawêj destnîşan kir ku serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo jinan rêya rizgariyê ye. -
DAKB’ê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir
DAKB'ê salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir û got: "Parastina herî baş ew e ku her jin xwedî li nirxên azadiyê derkeve û bibe kedkara azadiyê.” -
KBDH: Kujerê Narîn dewlet û sîstema malbatê ya riziyayî ye
KBDH'ê destnîşan kir ku kujerê Narîn Guran a 8 salî dewleta Tirk û sîstema malbatê ya riziyayî ye û got, "Em ê kirasê bûkaniyê yê danîne ser tabûta Narîn, bikin kefena kujerên jin û zarokan.” -
KJAR: Ji bo bidestxistina jiyana azad û demokratîk pêwîstî bi hevgirtin û yekîtiyê heye
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 2’emîn salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bang li hemû jinên têkoşer û civaka azadîxwaz kir ku di 2’emîn salvegera şoreşa mezin de dakevin qadan.