Li Fransayê li dijî çanda destdirêjiyê çalakî hatin lidarxistin
Li gelek bajarên Fransayê bi hezaran kes daketin qadan û piştgirî dan Gisèle Pelicot a ku bû sembola têkoşîna li dijî êrîşên zayendî û mexdûrên destdirêjiyê.
Li gelek bajarên Fransayê bi hezaran kes daketin qadan û piştgirî dan Gisèle Pelicot a ku bû sembola têkoşîna li dijî êrîşên zayendî û mexdûrên destdirêjiyê.
Li bajarên Marsîlya, Parîs, Nice, Rennes û Nantes ên Fransayê bi sedan kesên ku piranîya wan jin in, ji bo piştgiriya Gisèle Pelicot a ku ji hêla hevjînê xwe ve hat bêhişkirin û 10 salan ji hêla zêdetirî 80 mêran ve rastî destdirêjiyê hat û li welat bûye sembola têkoşîna li dijî tundiya zayendî herikî qadan.
Rêxistinên parêzvanên mafên jinan ji Marsîlyayê heta Parîsê li nêzî 30 bajaran banga derketina kolanan kirin.
Kesên li Meydana Republique ya Parîsê hatin ba hev, pankartên "Em hemû Gisèle ne", "Em destdirêjkar dibînin", “Divê şerm aliyê xwe biguherîne", "Mexdûr, em ji we bawer dikin", "Hûn ne bi tenê ne", “Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan 3 milyon euro” hilgirtin.
Çalakvan û yek ji organîzatorên xwenîşandanên Parîsê Anna Toumazoff got: "Pir girîng e ku em li vir in ji ber ku divê em li ser çanda destdirêjiyê biaxivin. Piştî heft salan em dizanin ku MeToo ne cureyeke taybet a qurbanê ye. Em jî bi hev re fam dikin ku ne celebek destdirêjîkarek taybet e.”
Li Rennesê jî bi sedan kesan bi heman dirûşmên û pankart "Keça xwe biparêze, kurê xwe perwerde bike", "Gisèle em ji te hez dikin" vekirin.
Zêdeyî hezar kes pankartê li deriyê edliyeya Marsîlyayê daliqandin.
DOZA DESTDIRÊJIYÊ
Gisèle Pelicot dibêje ku dema ew 10 salan bêhiş bû, ji aliyê bi dehan zilamên ku hevjînê wê wan xist malê rastî destdirêjiyê hat.mDi serê mehê de dest bi darizandina hevjînê wê Dominique Pelicot hat kirin û serpêhatiya wê bandoreke mezin li Fransayê kir.