BI DÎMEN

Jîna Emînî li Zurîhê hate bîranîn: Hûn ê nekarin jinên Kurd bêdeng bikin

Di çalakiya li Zurîhê hatî lidarxistin de hate destnîşankirin ku wê rejîmên faşîst bi felsefeya “Jin jiyan azadî” bên têkbirin û jinên girtî yên ku bi vê dirûşmeyê li ber xwe didin, hatin silavkirin.

JÎNA EMÎNÎ HATE BÎRANÎN

Bi wesîleya 2’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya ku li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve hate qetilkirin û bi armanca xwedî derketina li şoreşa “Jin jiyan azadî” li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakî hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PAJK a Swîsreyê ve, Kurdistanî hatin ba hev û di destpêka çalakiyê de ji bo bîranîna Jîna Emînî û şehîdên serhildana Jin Jiyan Azadî deqeyek rêz hate girtin.

Çalakî di bin baraneke zêde de, pêk hat. Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer û Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya yek bi yek axivîn.

Berdevka YJK-S’ Selma Surer diyar kir ku di van du salên borî de hêrsa wan a li hemberî qetilkirina Jîna Emînî, hîn kêm nebûye û ev tişt got: “Sedemê qetilkirina Jîna Emînî, Kurdbûna wê bû. Weke jineke Kurd zextên dewleta Îranê qebûl nekir û li ber xwe da, lewma hate qetilkirin. Hêza ti kesê têra jinên Kurd nake. Em ê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li ber xwe bidin. Ne tenê li Îranê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî jinên pêşeng tên hedefgirtin. Em ji her demê zêdetir bi hêrs in. Em ê van desthilatdarên zalim, bi têkoşîna xwe têk bibin. Em ê her tim li qadan bin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê daxuyaniyeke bi zimanê Elmanî amade kir û ev daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Bejan Îsmaîlî ve hate xwendin.

‘HÛN Ê NEKARIN ME BÊDENG BIKIN’

Piştre Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya mafê axaftinê girt û ev tişt got: “Em Jîna Emînî ya berî du salan hatî qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ silav dikin, em ê her tim bi wan re bin. Em ê her tim bibin pora Jîna. Em ê bibin pora sor a Sarayê. Em ê bibin pênûsa Hêro û Gulistanê. Em ê bibin dengê qêrîna Narînê. Hûn ê nekarin me bêdeng bikin.”

Me soz daye; Em ê bi perspektîfa Jin Jiyan Azadî we bişînin sergoya dîrokê. Hûn ê tune bibin!”

Dîlan Çetînkaya bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’, jinên girtî yên li girtîgehên Îranê li ber xwe didin jî silav kir û destnîşan kir ku ew bibin dengê berxwedana wan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.