Jin daketin qadan: Em ê ji Jîna heta Narînan hesap bipirsin!

Jinên ku di 2’emîn salvegera berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de daketin qadan gotin, “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narîn li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in.”

Jinên ku di 2’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li gelek bajaran daketin qadan peyama, “Em ê bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hesabê jin û zarokên hatin qetilkirin bipirsin” dan.

ÎDIR

Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî di sala 2020’an de li Tehranê, daxuyanî dan.

Hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, Parlementerê DEM Partî yê Îdirê Yilmaz Hûn, saziyên civaka sivîl û gelek kesên ku li pêşiya avahiya DEM Partî ya bajêr li hev civiyan, heta Bîrdariya Mûsa Enter a li Kolana Cumhuriyetê meşiyan. Girse di dema meşê de gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û pankarta “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narîn li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in” vekirin.

Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Kezban Karasu Tanca di çalakiyê de axivî û Jîna Emînî bi bîr anî. Tanca bal kişand ser zextên dewleta Îranê yên li dijî jinan û wiha got: “Qetilkirina bi zalimane ya Jîna Emînî veguheriye qîrîna edaletê ya bi mîlyonan jinên li tevahiya cîhanê ku rûbirûyê zilmê tên.”

Kezban Karasu Tanca diyar kir ku tundiya polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser jinê zêde dibin û wiha got: “Li vî welatî ku hema hema her roj destdirêjî û kuştina jinan pêk tê, ewlehiya canî ya jin û zarokan nemaye. Li vî welatî jinan ji bo ku kujerên jinan û mêrên tundiyê dikin bên cezakirin û ji bo edaletê her roj li qadan diqîrin.”

RIHA

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Jîna Emînî û Narîn Guran li Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Parka Alî Şellî ya navçeya navenda Halîliyê hat dayîn de pankartên bi Tirkî û Kurdî "Em ê ji bo Narînê bêdeng nemînin, em ê hesab bipirsin" û "Ji Jîna heta Narînan em ê hesab bipirsin, Jin, Jiyan, Azadî" hatin vekirin.

Beriya daxuyaniyê polîsan xwest girseya ku dixwest pankartan li ser rêya parkê daliqînin asteng bikin. Girseya gel astengiya polîsan bi çepik û dirûşmeyan şermezar kirin.

Aktîvîsta TJA’yê Adîle Fîdan di daxuyaniyê de axivî û got: “Em zîhniyeta ku îro nahêle em van pankartan daliqînin, şermezar dikin û dubare dikin ku em ê li hemberî her cure tundî û qetlîamên li ser jinan bêdeng nemînin. "

 Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û tilîliyan bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya TJA’yê meşek hat lidarxistin. Rêxistinên DBP, DEM Partî yên bajar û navçeyên Şirnexê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, aktîvîstên TJA, Hevşaredarên Silopiya û Cizîrê û gelek jin beşdarî meşê bûn.

Jinên ku li Kolana Qesephane ya taxa Cûdiyê li hev civiyan, pankarta “Her dem Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin. Di dema meşa ku ji Kolana Nisêbîn heta Qada Dortyolê hat kirin de dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e, bêdengî mirin e” û “Destên dirêjî Narîn hatine kirin bila bişkin” hatin berzkirin.

WAN

Li Wanê jî bi pêşengiya TJA'yê li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiya ku gelek rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl beşdar bûn de, Hevseroka Navçeya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê Şevîn Polat axivî û got: “Jinên Kurd ji bo wekheviya zayendî têdikoşin û di lêgerîna azadî û edaletê de roleke girîng dilîzin. Ev têkoşîn ne tenê li Îranê ye. Berxwedana Jîna Emînî weke parçeyek ji vê têkoşîna mezin ketiye dîrokê."

ÊLIH

Li Êlihê komeke qelebalix ku di nav de Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî di nav de, li Parka Yilmaz Guney hatin ba hev.

Li vir jî pîştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana jinan", "Bimre xiyanet bijî Kurdistan" û "Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.

Meş bi çepik, dirûşme û tilîliyan li ber avahiya DEM Partiyê bi dawî bû.