DAKB’ê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir

DAKB'ê salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir û got: "Parastina herî baş ew e ku her jin xwedî li nirxên azadiyê derkeve û bibe kedkara azadiyê.”

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi boneya salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniya da û got: “Di 13’ê Îlona 2022’an de jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqê yên Tehranê ve bi hinceta ku pora xwe nenixumandiye hat binçavkirin. Jîna Emînî ji ber êşkenceya lê kirin kete komayê û piştî 3 rojan di 16'ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Seqiz ê ku Jîna Emînî lê jidayikbûye merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Di merasîmê de di serî de jinên Kurd û civak li dijî rejîma melayên paşverû yên Îranê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî’ daxwaza jiyana azad anîn ziman. Jinan pora xwe vekirin û stranên şoreşê yên Kurdî gotin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:

“9 aktîvîst, hunermend û muxalîfên ku bertek nîşanî qetilkirina Jîna Emînî dan, hatin darvekirin. Her wiha rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan ragihandin Îran di sala 2023’yan de 853 kes darve kirine û biryara darvekirinê dane du jinên têkoşer ên Kurd Pexşan Azîzî û Şerîfe Muhammedî. Tevger û însiyatîfên jinan kampanyayên ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re' dan destpêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû jinên cîhanê çi bawerî, fikir, reng û şêwaza jiyana dibin bila bibin, divê bi hev re li dijî van rejîmên ku dijminatiya jinan dikin, di nava hevgirtinê de bin û têbikoşin. Li gorî baweriya Elewîtiyê bang li her kesî dikin ku li ba başî, xweşikayî û rastiyê bin. Ji ber ku ne tenê rejîma Îranê li gelek deverên cîhanê li dijî jinan sûcê dijmirovahiyê tên kirin û gelek caran cîhan li hember van sûcên dijmirovahiyê bêdeng dimîne. Zîhniyeta serdest a mêr, bêyî ku kodên mêraniyê bişkîne, bi hedefgirtina çalakvanên siyasî, nûnerên siyasî, rojnamevan, hunermend û hiqûqnasên ku dengê têkoşîna jinê ne, hewl dide têkoşîna wan bêdeng bike. Lê belê dîrokê ev berxwedan û jinên leheng ji bîr nekiriye û nahêle bê jibîrkirin. Jinên leheng ên ji bo azadiyê têdikoşin ji bo pêşerojeke bi rûmet xwedî li mîrateya xwe derdikevin.

Di van salên dawî de em dibînin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan dike, derbasî mehaleyeke din bûye. Li ber çavên cîhanê komkujî û kuştinan dike. Di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, rojnamevan Nagihan Akarsel ku endamê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bû, ji aliyê balafirê bêmirov ve hat qetilkirin. Di 23’ê Tebaxa 2024’an de rojnamevanên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara bi balafirê bêmirov hatin qetilkirin. Ev qetlîamên ku sûcên li dijî mirovahiyê ne, dewam dikin.

Dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê jinên Kurd, li tevahiya cîhanê îlhama xwe didomîne. Piştî ku di 9’ê Tebaxa 2024’an de li Hindistanê jineke bijîşk rastî tecawizê hat û hat kuştin, li Hindistanê jin bi girseyî daketin kolanan û bi yek dengî ev dirûşme berz kirin.

Em weke endamên Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk bandora perspektîfa 'Jin, Jiyan, Azadî' ya ku me digihîne hev û bi baweriya me ve girêdide, dibînin û xwedî li berzkirina wê ya bi hemû zimanan derdikevin.

Li dijî kesên ku êrîşî nasname, kesayet, beden, ruh û hemû qadên jiyanê yên jinê dikin, di têkoşîna azadiyê de xweparastin mafek e. Parastina herî baş ew e ku her jin xwedî li nirxên azadiyê derkeve û mirov bibe kedkara azadiyê.

Hemû jinên ku ji bo heqîqeta cihanê dimeşin, dengê xwe bilind dikin, berdêlan didin û li dijî her cure paşverûtiyê serî rakirine  silav dikin.”