Meşa li Amedê: Şoreşa jinê berfireh dibe!

Jinên Amedî di salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de daketin qadê û peyama, "Şoreş berfireh dibe" dan.

Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, ji ber Edliyeya Amedê heta Qada Şêx Seîd meşiyan. Nûnerên gelek sazî, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr, Dayikên Aştiyê, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren û gelek jin beşdarî meşê bûn.

Meşvanan wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de hat windakirin û di 8'ê Îlonê de cenazeyê wê hat dîtin hilgirtin û dirûşmeyên “Neparêze, bidarizîne”, "Peymana Stenbolê dide jiyîn”, "Ji Jîna Emînî heta Narînê em kujeran nas dikin” û dovîzên "Me nivîsand, em ê pêk bînin" hilgirtin.

BENDA POLÎSAN HAT RAKIRIN

Polîsan pêşî meşê asteng kirin û dawiyê meşvanan dorpêç kirin. Jinan bi tilîliyan, çepikan û berzkirina dirûşmeyên “Bendê deynin pêşiya kujeran, "Bijî berxwedana Jinan", "Jin, Jiyan, Azadî", "Zilam lê dide, dewlet diparêze", "Ji jinên berxwedêr ên Rojhilat re hezar silav” û “Hesabê Narîn wê bê pirsîn” bertek nîşan da.

Jin bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan hatin qada Şêx Sêîd û li vir daxuyanî dan. Berdevka DAKAP’ê Fîlîz Kaydû daxuyaniya hevpar da. Fîlîz Kaydû da xuyakirin ku di merasîma cenazeyê Jîna Emînî de civakê bi taybetî jinên Kurd bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" dengê xwe yê berxwedanê li dijî rejîma paşverû ya Îranê bilind kirin û got: “Jîna Emînî bûye sembola çalakiyên li her derê berfireh bûye. Tirsa wan a ji birêxistinkirina nasnameya jina azad roj bi roj mezin dibe.”

Fîlîz Kaydû anî ziman ku rojeva herî girîng a berxwedana jinê ya bênavber têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û wiha berdewam kir: “Em ê hesab ji kujerên Narîn û yên ku wan diparêzin bipirsin. Em ê hesab kujerên Sila ya ku di 2 saliya xwe de rastî tecawizê hat û yên wa diparêzin bipirsin. Em ê hesab ji kujerên Hîlal Kar a di 23’yê Hezîranê de hat qetilkirin û kiryar hêj nehatine girtin biprisin. Em ê hesab ji kujerên Sûdenaz a li Amedê hat qetilkirin bipirsin. Em ê hesan ji kujerên Jîna Emînî qetil kirin û yên ku biryara darvekirinê dane çalakvanan bipirsin. Ji bo hesab ji kujerên jinan bipirsin û edaletê pêk bînin em li kolanan in.”

Herî dawî Fîlîz Kaydû got, “Têkoşîna jinan a li dijî rejîmên paşverû her ku diçe mezin dibe. Şoreşa me ya jinan ji Îranê heta Amedê berfireh dibe. Dengê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi yek dengî bilind dibe. Em di berxwedanê de bi biryar in.”