KNK’ê salvegera duyemîn ya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" pîroz kir

Komîsyona Jinan ya KNK‘ê salvegera 2’emîn ya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" pîroz kir û bang li hemû rêxistinên navneteweyî, saziyên demokratîk û tevgerên jinan kir ku li dijî polîtîkaya îmha û darvekirina jinên Kurd û çalakvanên azadiyê bibin xwedî helwest.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Bi ser şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê re du sal derbas bûn. Em vê salrojê bi ruhê têkoşîn û berxwedanê di kesayeta keça Kurd a qehreman “Jîna Emînî” û hemû şehîdên ku ji bo azadî û wekheviyê canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Her wiha em silavên xwe ji hemû cangoriyên azadiyê û malbatên serbilindên şehîdan re dişînin.

Ji sala 2022’an û vir ve, piştî kuştina hovane ya Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve, jinan serhildaneke mezin li rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê dane destpêkirin. Serhildan li dijî fişarên deshilatdarên Komara Îslamî ya Îranê li dijî çewisandina gelên azadîxwaz di bin dirûşmeya ” Jin, Jiyan, Azadî” de, bi awayekî xwezayî û bi armanc bûn.

Di bin siya têgehê “Jin, Jiyan, Azadî” yê ku bûye çemkekê cîhanî û mohra wê ketin ser rûpelên dîrokê, jinên cîhanê li dora vê dirûşmeyê kom bûn û hatin cem hev.

Îro li her çar aliyê Cîhanê jin li dijî polîtîkayên çewisandin, bindestkirinê, newekhevî û koletiyê têdikoşin, li ber xwe didin. Jin di rastiya felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de dengê xwe bilind dikin.

Prensîb û şertê serketina jinan ya di bin vê dirûşmê de ji têkoşîna sed salî ya jinên Kurd ya li dijî zîhniyeta faşîst a DAÎŞ’ê ya dewletên dagirkerên Kurdistanê tê. Jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku xwedî ezmûnên têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalarî û kevneperest in, berxwedana xwe berdewam kirin û îspat kirin ku tevî fişar û siyaseta qirkirin û çewisandina rejîma kevneperest, ew ê ti carî serî neçemînin û ji bo na azadî û wekhevîyê xebatê bikin.

,Ev têkoşîna jinên Kurd desthilatdariyên serdest ewqasî tengav kirine ku bi xemsarî serî li her cure zulm û zoriyekê li dijî jinan dan. Li vir jinên ku ji bo desthilatdaran bûne tirsê hêz, bawerî û hêviyê didin şervanên û têkoşerên azadiyê. Ji ber vê yekê êrîş û destdirêjîya li ser jinan zêde kirine.

Desthilatdarî û dewletên dagirker yên li Kurdistanê bi hêz û îradeya jinan bi fikar û nîgeran in. Ji ber vê çendê jin bi taybetî jî jinên Kurd çendî xwe bi hêz û xwe birêxistin bikin, wê ew qas desthilatdarî û dewlet siyaseta xwe ya tundutujiyê li ser wan zêdetir bike.

Rejîma Îslamî ya Îranê hêza tekoşîna jinan baş nas dike! Bi derxistina cezayên giran û bi taybetî jî cezayê darvekirinê li ser jinên çalakvan û têkoşer dixwaze rêya vê berxwedanê berteng bike û rê li ber wê bigire. Lê ne polîtîkaya tirsandinê û ne jî sêdare rê li pêşiya têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan nabe asteng

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -de bang li jinên Kurd ên li Kurdistanê û jinên li derveyî welat dikin ku bi ruhê pîroz yê şoreşa “Jin-Jiyan-Azadî” bibin yek û têkoşîneke hevpar a mezintir bimeşînin.

Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî, saziyên demokratîk û tevgerên jinan dikin ku li dijî polîtîkaya îmha, kuştin û sêdaredana jinên Kurd û çalakvanên azadiyê bibin xwedî helwest.“