BI DÎMEN

Endamên TekoJIN’ê li Kolnê standa çandê danî

Endamên TekoJIN’ê li Kolnê, standa çanda Rojhilat dide nasîn danîn.

Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKOJIN) li Dom Katedrali ya Kolnê, standa çanda Rojhilat dide nasîn danîn. Di standê de cil û bergên herêmî, neqş, qumaş, wêne û gelek tiştên Rojhilat cihê xwe girtin. Di standê de pirtûkên Jineolojî û broşurên li ser “Jin, Jiyan, Azadî” jî cihê xwe girtin.

Di standê de jinên ciwan bal kişand bi ser polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd û peyama, “Em bi xebatên xwe rê nadin polîtîkayên pişavtinê” dan.

Jinên ciwan, çand û dîroka Rojhilat ji kesên serdana standê re kirin vegotin. Her wiha jinan tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” û Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd vegot.

Stand bi gerandina govendê bi dawî bû.