KBDH: Kujerê Narîn dewlet û sîstema malbatê ya riziyayî ye

KBDH'ê destnîşan kir ku kujerê Narîn Guran a 8 salî dewleta Tirk û sîstema malbatê ya riziyayî ye û got, "Em ê kirasê bûkaniyê yê danîne ser tabûta Narîn, bikin kefena kujerên jin û zarokan.”

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa yekbûyî ya Jinan (KBDH), daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de pirsgirêkên karker, jin û zarokan roj bi roj giran dibin. Her wiha xizanî, zordarî, kedxwarî, bêkarî, destavêtin û komkujiyên li hemberî jin û zarokan, di serdema desthilatdariya AKP-MHP'ê de gihaştiye asta herî jor.”

Di daxuyaniya KBDH’ê de ev tişt hatin gotin:

"Herî dawî Narîn Guran a 8 salî li navçeya Rezana Amedê bi hevkariya malbat, dewlet û kontrayê hat qetilkirin. Qetilkirina zarokan careke din rizîbûna desthilatdariya AKP-MHP'ê ya di her alî de, raxist pêş çavan. Têkiliyên qirêj ên malbat û mirovên li gund dijîn bi AKP'ê û hemû partiyên bûrjûva yên faşîst re nehiştin kujerê Narîn Guran bi rojan derkeve holê. Wekîlê AKP'yî yê Amedê Garîp Ensarîoglu bi gotina, ''Carinan tiştên ku em dizanin hene, carinan jî tiştên ku em dizanin û divê nebêjin hene. Ji ber ku malbat dostên me ne' îtirafe ku dixwazin cînayetê veşêrin. Di heman demê de îlanek e ku kujerên Narîn ji aliyê dewletê ve tên parastin. Endamê malbatê Selîm Guran ê ku jê re dibêjin ‘dostê me ne’ û têkildarî cînayetê de hat girtin, qeyda wî ya bazirganiya çekan û bazirganiya li ser bedena jinê heye.

Li gel ku dewletê bi biryara 'qedexeya weşanê, biryara veşariyê' hewl da cînayetê binixumîne jî- ku ev qedexe ji bo çapemeniya azad bû, zexta civakî ya hat avakirin, hişt ku cenazeyê Narîn piştî 19 rojan bê dîtin.

‘DEWLETA KUJER Û SÎSTEMA MALBATÊ YA RIZIYAYÎ’

Di kapîtalîzma desthilatdar de malbat, ji bo ku bedena jin, zayendîtî û hemû nasnameya jin bixe bin qontrola xwe heye. Jin û zarok ji bo malbatê tenê weke maleke. Ji kedê heta tevahiya jiyana jin û zarokan di bin kontrola reîsê malbatê yanî bav de ye. Narîn, jî ji aliyê malbata xwe ve ku neynika vê sîstema bûrjûva ya bi serdestiya mêr xwedî dibe, hat qetilkirin. Faşîzma AKP-MHP'ê xwe ji Peymana Stenbolê ya ku jin û zarokan bi awayekî zagonî diparêze vekişand û bi hinceta ku "ji bo avaniya malbata Tirk ne guncaw e" li welêt rê li ber zêdebûna destavêtin û kuştinên li dijî jin û zarokan vekir. Jin her roj di nava malbatê de, di bin navê polîtîkayên xurtkirina malbatê de tên hepskirin û rastî tundiyê tên. Jin û zarok ji aliyê mêrên herî nêzî wan, di nava malbatê de tên qetilkirin. Parastina kujeran nimûneya siyasî ya sîstema baviksalariyê ye.

BAL KIŞAND SER POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET 

Desthilatdariya AKP-MHP’ê pêkhateyeke dewletê ye ku bi polîtîkayên şerê dagirkeriyê xwe bi rêxistin dike. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo xwedîkirina polîtîkayên şer HUDA-PAR’ê; Bi komên çete yên weke OSO û partiyên bûrjûva yên Kurd ên weke PDK’ê re ku xiyanetê li gelê Kurd dikin. Koma çete ya OSO’yê bi hevkariya faşîzma AKP-MHP’ê li kantona Efrînê ya ku yekemîn nûnertiya jin a Rojava bû ji sala 2018’an ve dagir kiriye  jin û zarokan direvîne, difiroşe, tecawiz dike û êşkenceyê li wan dike.

HUDA-PAR şûngirê Hîzbûlahê ye ku di salên 1990’î de bi piştgiriya dewletê li Kurdistanê kete nava tevgerê. Xuya ye di kuştina Narîn Guran de destê HUDA-PAR a ku niha bi piştgiriya dewletê hewl dide bihêz bibe hebûye. Mamê wê Selîm Guran ê ku wek gumanbarê cinayetê hatibû girtin endamê HUDA-PAR’ê bû. Piştî Îpek Er û Gulistan Dokû yên bi polîtîkayên şerê taybet hatin qetilkirin, Narîn jî mexdûrê van polîtîkayên şerê taybet e. Heya ku pergala faşîst a serdest a mêr bidome wê bi dawî nebin.

'EM TÊKOŞÎNA JINÊN MILÎTAN MEZIN BIKIN'

Faşîzma AKP-MHP’ê wê bi kêrî gel, jin û zarokan neyê. Faşîzm bi xwîna jin, zarok û bindestan xwe xwedî dike. Rêya ku faşîzm di xwîna ku dirijîne de bifetisînin, têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî ye. Xurtkirina têkoşîna azadiya jinê ku stûna têkoşîna yekbûyî ya şoreşgerî ye, tê wateya xurtkirina bendan û têkoşîna li dijî faşîzmê. Mêtingeriya baviksalarî şêweya zexta hevpar û sereke ya li ser jinê ye. Her ku polîtîkayên mêtinger berbelav dibin, şêweyên çewisandin, mêtingerî û zordestî yên baviksalariyê zêde dibin. Rêya ku jin li hemberî van êrîşan derbikeve, têkoşîna rêxistinkirî ye.

KBDH wê li hemberî her cure tundiya li ser jin û zarokan şoreşgeriya tund bimeşîne. Gerîla û milîsên KBDH'ê ji bo hesab ji kujerên Ugur, Ceylan, Leyla û Narînê bipirsin wê berê çekên xwe bidin dewleta zilam û baviksalariyê.

Ji bo Narînên din neyên qetilkirin û Gulistan winda neyên windakirin wê hesabê komkujiyan ji hemû sazî, rêxistin û nûnerên desthilatê were bipirsin. Zext û hewldanên rêxistinên jinan û hemû beşên mûxalîf hiştin ku Narîn were dîtin. Armanc divê bi zêdekirina heman zextê û bi rêbazên şoreşgerî yên tund hilweşandina desthilatê be.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan li dijî tundiya dewleta mêr,  şoreşgerî ya tund bi rêxistin bikin. Em ê kirasê bûkaniyê yê danîne ser tabûta Narîn, bikin kefena kujerên jin û zarokan.”