KJK: Em bi Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikevin!

KJK’ê di salvegera duyemîn a Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de daxuyaniyek da û got: “Em beşdarî Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn û pêvajoya Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê bibin û bi Jin, Jiyan, Azadî azadiyê bi dest bixin û bi ser bikevin!”

DAXUYANIYA KJK’Ê

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera duyemîn a Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ya bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re destpê kirî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan û gelan hate kirin ku li her qadê û di hemû çalakiyan de piştgiriyê bidin kampanyaya “Ji îdamê re na, ji jiyana azad re erê” ya ku KJAR’ê li dijî îdaman dayî destpêkirin û çalakiyên di vê çarçoveyê de mezin bikin û ji bo şoreşê gavan bavêjin. Di daxuyaniyê de ev jî hate gotin: “Em beşdarî Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn û beşdarî pêvajoya Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê bibin û bi Jin, Jiyan, Azadî azadiyê bi dest bixin û bi ser bikevin!”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em di sala 2’yemîn a şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de di şexsê Şilêr Resulî û Jina Emînî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo xeyal û hesreta wan a ji Kurdistan û Îraneke azad, wekhev û biedalet re, dubare dikin. Di serî de mîmarê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Rêber Apo, li hemû jinan û gelên Îranê pîroz be.

Çalakiya Şilêr Resulî hem rûyê rast ê desthilatdariya mêrê tecawizkar, nîşan da hem jî bi berxwedana xwe û çalakiya xwe ya ku canê xwe feda kirî, çirûska destpêkê ya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî vêxistiye. Çalakiya Şilêr Resulî ne întihar e, çalakiyeke namûsê ye. Li dijî sîstema îdamê ya tecawizkar û desthilatdar a mêrê şovenîst, çalakiyeke hebûnê ye. Di şexsê Şilêr Resulî de em berxwedana jina Merîwanê silav dikin.

Dîsa em şehîdên Jin, Jiyan, Azadî bi rêzdarî bi bîr tînin. Malbatên şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî û bi taybet dayikên şehîdan xwedî li zarokên xwe derketin û tevlî şoreş-çalakiyan bûn, ev gaveke civakî ya girîng bû. Ji şoreşê bawer kirin, berdêl dan, bi rûmet jiyan kirin û ji bo şoreş belavî hemû cîhanê bibe, rol lîstin. Di vî warî de rola dayikên şehîdên şoreşê, mezin e. Şehîdên pêvajoya şoreşê, nirxên mezin afirandin. Li gel pîroziya şehîdan jî, em dayikên şehîd ên ku haveynê tevahiya civakîbûnê ne silav dikin.

Em hemû jinên ku bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî rabûne ser piyan, çalakî kirin û li dijî sîstemên desthilatdariya mêr helwest nîşan dan û çalakiyên şoreşî kirin, silav dikin. Herî dawî em çalakiya Jin, Jiyan, Azadî ya ku li Hindistanê li dijî sîstema tecawizkar sekna xwe bi Kurdî û Hindî raber kirin, silav û pîroz dikin. Di şexsê jinên Hindistanê de, em car din tînin ziman ku wê jinên berxwedêr bi ser bikevin.

Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta ku guh nedaye qurala ‘serê xwe pêçandinê’, 13’ê Îlona 2022’yan di encama êşkenceya qaşo ‘polîsên exlaq’ de hate binçavkirin û 16’ê Îlonê jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê re 17’ê Îlonê merasîma veşartina cenaze ya ji bo Jîna hatî kirin, her ku çû veguherî serhildanê û di heman demê de bû destpêka derketineke şoreşî. Di vî warî de 16’ê Îlona 2022’yan di dîroka berxwedana jinan û gelên Îranê ya dîrokî de, bû xala werçerxê. Hem jî li hemû cîhanê rotaya berxwedana jinan diyar kir. Piştî tespîta Rêber Apo ya ‘Sedsala 21’an wê bibe sedsala jinê’, dîsa formula Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tenê ne şoreşa Rojhilat û Îranê, nexşerêya şoreşa jinan a sedsala 21’an jî diyar kir. Vê dirûşmeyê nîşan da ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê wê çawa civakî bibe.

Rejîma Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî armanc kir ku di şexsê jinan de tirsê belavî hemû civakê bike û di bin vê tirsê de jinan û gelên Îranê kole bike. Lê belê jinan û gelên Îranê li dijî van êrîşan daxwaza xwe ya ji bo azadiyê, hîn zêdetir anîn ziman û dengê xwe bi hemû cîhanê dan bihîstin. Hemû dengê jinên cîhanê li ser dengê xwe zêde kirin û bûn qêrîneke azadiyê. Berdêl û şehîdên mezin dan.

Li bajarên Îran û Rojhilat jinan bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li kolanan laçikên xwe şewitandin, porên xwe qut kirin û weke ala azadiyê bilind kirin. Komara Îslamê ya Îranê pora jinan di şexsê jinan de ji bo şikandina îrade, azadî û baweriya civakê weke rêbazekê bi kar anî û li dijî vê yekê jinan porên xwe kirin ala azadiyê.

Li dijî vê komkujiyê nerazîbûn tenê ji jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nehat, ji her devera cîhanê ji aliyê jinên têkoşer ve veguherî nerazîbûneke mezin, di hemû jinan de hêviya berxwedan û jiyana azad mezin kirin. Yanî Jîna mîna wateya navê xwe ji bo hemû jinên Îranê, cîhanê û gelan bû jiyaneke nû, bû jin û jiyan.

HEMÛ BEŞÊN CIVAKÎ XWEDÎ LI ŞOREŞÊ DERKETIN

Hemû beşên civakî xwe di vê şoreşê de dîtine û bi wê zanebûnê xwedî li şoreşê derketine, ev yek ferqa herî mezin a ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ji şoreşên din cuda dike ye. Ev şoreş di cewherê xwe de şoreşa zanebûn, kesayet û çandê ye. Eger wiha nebûya, ne pêkan bû ku bi hezaran mêr bi jinan re mil bi mil li kolanan dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî berz bikin. Mêran dîtin ku ew bi xwe jî qurbanê vê sîstema desthilatdariya mêr in. Di qetilkirina jinan de qetilkirina jiyan û mêr dîtin û bi wê zanebûnê bi jinan re di nava heman refê de cih girtin.

Di şexsê Jîna de dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li hemû cîhanê belav bû û ji bo tevgerên azadiya jin ên cîhanê yên li dijî zihniyeta desthilatdariya mêrê kapîtalîst, paşverû, totalîter, netew-dewletparêz veguheriye manîfestoyekê. Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî dirûşmeyeke ku cara destpêkê di vê astê de gelên Îranê û jinan aniye ba hev. Nîşan da ku li dora meseleya azadiya jinê, hemû pirsgirêkên civakî dikarin bên çareserkirin û di şoreşa civakî de rola jinê nîşan da.

Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî nîşan daye ku; jin, gel, bawerî, çand û hemû bindest; bi hilweşandina sînorên sîstema mêtinger û netew-dewletê, jiyaneke azad û wekhev pêkan dike. Hemû cîhan îfade dike ku jin bûn yek deng û heman dirûşmeyê berz dikin û li dora heman armancê tên ba hev û li dijî îdeolojiya netew-dewletê; îradeya hevpar a ku jinan dike yek û tîne ba hev, wê bedewî û wateyê li jiyanê zêde bike.

Pêvajoya li Rojhilat û Îranê; xwedî taybetmendiyekê ye ku azadiya civakî diafirîne û şoreşeke civakê ye. Lewma dewleta mêr a hegemon êdî çi dike bila bike, wê nekare pêşî li vê serhildana ku belavî her çar aliyên cîhanê bûye, bigire û bandora wê bişikîne. Afirandina derfetên azadiya civakî û mezinkirina hêviya jiyanê, encex bi têkoşîna jinan û vê sedsalê veguherandina sedsala azadiya jinê, pêkan e.

Ligel hemû zext, êrîş û gefên îdamê yên rejîma Îranê, şoreşa Jin Jiyan Azadî îro jî bi hemû dîmamîzma xwe berdewam dike. Civak çalakiyan pêş dixe, mersîmên dijî pergalê çêdike, li hemberî hemû êrîşan gav paş de navêje û şoreşê bi vegotina hemû gelên cîhanê re didomîne. Îro li zindanan girtiyên jin ên wek Zeyneb Celaliyan a ku sekn, jiyan û têkoşîna wan bûye remz, dihêle ku ev çalakî bibin kevneşopî û domdar bibin. Dîsa wek Gulruxî Irayî, Nergîz Muhammedî, Spîde Qolyan û gelek jinên din jî hene berxwe didin û ev bûne remza berxwedanê ya gelên Îranê û jinên Îranê. Îro jî di serî de Peşxan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hemû jinên ku di bin tehdîta şedarê de ne û berxwe didin silav dikin. Ji bo pergala cezaya sêdare bê guhertin pêwîste çalakiyên tên kirin bên bilinkirin û têkoşîna jinên berxwe didin bi serkeftinê bê tacîdar kirin.

BANGA TEVLÎBÛNA KAMPANYAYÊ KJAR’Ê

Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan û gelan dikin ku li her qadê û di hemû çalakiyan de piştgiriyê bidin kampanyaya “Ji îdamê re na, ji jiyana azad re erê” ya ku KJAR’ê li dijî îdaman dayî destpêkirin û çalakiyên di vê çarçoveyê de mezin bikin û ji bo şoreşê gavan bavêjin.

Em di salvegera 2’yan a şoreşa ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir hemû tevgerên jinên cîhanê li dora dirûşmeyekê anîn ba hev, berxwedan û serhildana jinê mezin bikin!

Em li dijî destdirêjî, komkujî û êrîşên ku li parçeyên Kurdistanê li dijî jinan û zarokan pêk tên, berxwedanê bilind bikin!

Em ji herêmê heta gerdûnî, jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê biafirînin!

Em beşdarî Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn û pêvajoya Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê bibin û bi Jin, Jiyan, Azadî azadiyê bi dest bixin û bi ser bikevin!”