KBDH: Jin bi yekîtiyê dikarin şoreşên nû biafirînin
KBDH’ê salvegera serhildanên li Rojhilat û Îranê silav kir û got: “Mezinkirina têkoşîna jinê û afirandina şoreşên nû yên jinê, wezîfeya me ya dîrokî ye.”
KBDH’ê salvegera serhildanên li Rojhilat û Îranê silav kir û got: “Mezinkirina têkoşîna jinê û afirandina şoreşên nû yên jinê, wezîfeya me ya dîrokî ye.”
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya salvegera serhildanên Rojhilat û Îranê, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 16’ê Îlona 2022’yan de li Rojhilat ji ber ku hinek pora jina ciwan a Kurd Jîna Mehsa Emînî dixuya, ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên rejîma molla ya Îranê ve bi tundî hate qetilkirin. Hingî ku sîstema desthilatdariya mêr hebûye tundî, tecawiz û komkujiya li hemberî jinê timî hebû. Mîna li hemû cîhanê li Rojhilat jî Jîna ne jina yekem a hatî qetilkirin bû û ne jî bû ya dawiyê.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çawa di sala 2015’an de li Mêrsînê Ozgecan Arslan ji aliyê mêrekî ve bi hovane hate qetilkirin, Jîna jî ji aliyê heman sîstema mêr ve hate qetilkirin û ev tişt hate gotin: “Welat hatibin guhertin jî, sîstema ku komkujî pêk anî heman e. Mîna serhildana jinan a piştî Ozgecan destpê kirî û ji Tirkiyeyê heta Bakurê Kurdistanê belavî kolanan bû, di Îlona 2022’yan de jî agirê serhildanê ji Rojhilat destpê kir û belavî Îran û Rojhilata navîn. Yên ku ev agir geş kirin û bûn pêşengê serhildanê, jin bûn. Di demeke kurt de gelên bindest, ciwan û kedkaran jî di nava serhildanê de cih girt û veguherî serhildaneke gel.
Ji sala 2022’yan ve bi sedan kes bi hinceta ku beşdarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ji Rojhilat destpê kirî û belavî Îranê bûyî, bûne hatin îdamkirin. Cezayên hepsê yên giran li gelek kesan jî hate birîn.”
JINÊN BERXWEDÊR HATIN SILAVKIRIN
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema desthilatdariya mêr li her derê girtina jinan didomîne û ev yek hate gotin: “Jinan li Efganistanê jî li dijî rejîma Talîban a paşverû ala têkoşînê bilind dikin. Li Hindistanê jî jin ji bo parastina mafê xwe yê jiyanê, cezakirina mêrên berpirsyarê tundiyê û jiyaneke wekhev li kolanan berxwedana xwe didomînin.
Li Rojava, Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla jinên polîtîk, rêxistinkirî û şoreşger di êrîşên dagirkeriyê, şerê mêtingeriyê û êrîşên sûîqestê yên nemerdane de, tên qetilkirin. Tevî êrîşên îmha û dagirkeriyê jin dest ji têkoşîna wekhevî, azadî û destkeftiyên şoreşê naberdin.
Li Fîlîstînê gelek tê qirkirin û tê xwestin ku ji dîrokê bê tunekirin. Jinên ku mîna Ayşenur Ezgî Eygî li dijî vê qirkirinê deng derdixin û bi piştevaniya gelan li dijî siyonîstan radibin, tên qetilkirin. Tevî hemû êrîşên qirkirinê, jinên Fîlîstînê dest ji berxwedanê naberdin û li dijî êrîşên siyonîst gav paşde naavêjin.
‘EM BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ, YEKÎTÎ Û ŞOREŞÊ DIKIN!’
Weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan di van rojên ku em salvegera serhildana Rojhilat û Îranê ya hemû jinên bindest û Jîna Mehsa Emînî bi bîr tînin de, em banga têkoşîna li dijî sîstema desthilatdariya mêr a faşîst dikin. Em dizanin ku bi yekîtiyê em dikarin bi ser bikevin. Lewma mezinkirina têkoşîna jinên yekbûyî û afirandina şoreşên nû yên jinan, wezîfeya me ya dîrokî ye.
Weke KBDH em tola her jina hatî qetilkirin ji sîstema kapîtalîst a paşverû ya desthilatdariya mêr, bistînin. Îro nebe, sibe lê vê ev dewran teqez bizivire. Hêrsa jinan a di 8’ê Adar û 25’ê Mijdaran de, wê sîstema desthilatdariya mêr têk bibe! Jîna Mehsa Emînî wê her tim di hêrsa bi milyonan jinan de bijî.”