BI DÎMEN

Sînor Gelawêj: Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' rêya rizgariyê ye

Endama Konseya Rêveber a KJAR'ê Sînor Gelawêj destnîşan kir ku serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo jinan rêya rizgariyê ye.

Endama Konseya Rêveber a Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Sînor Gelawêj têkildarî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ji JIN TV re axivî.

Sînor Gelawêj anî ziman ku dewleta Îranê gel weke berpirsyarê krîza siyasî, civakî û aborî dibîne, lewma bi her awayî êrîş dike û got, bi taybetî tevlîbûna jinan a li nava jiyanê asteng dike, jinan ji qadên civakî, jiyan û siyasî dûr dixîne.

Sînor Gelawêj anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze jinan îzole bike, pirsgirêka jinê veguheriye girêka kor û got, "Ji aliyekî ve civak bi hemû hêza xwe êrîş dike, li aliyê din jî jin li hemberî vê yekê têkoşîna xwe dewam dike."

Sînor Gelawêj destnîşan kir ku serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' hêviya jinan a ji bo rizgariya ji krîza civakî, siyasî û aborî ya 40 salan e û diyar kir, ku ji ber vê yekê jin bi rengê gelekî xurt tevlî serhildanê bûn.

Sîno Gelawêj ragihand ku rejîm olê weke çekekê li dijî civakê bi kar tîne û bi gotina 'dijberiya li ol' dewlet wî mafî bi xwe re dibîne ku her cûre darizandinê bike.

'EM Ê DENGÊ AZADIYÊ BIGIHÎNIN HER DEVERÊ'

Sînor Gelawêj got, "Rejîma Îranê ji bo dengê azadiyê yê berxwedêr û muxalîfan bitepisîne sêdare her tim weke amûrekê bi kar anî" û destnîşan kir ku civak li hemberî van zextan ti carî têk neçûye.

Sînor Gelawêj kampanya 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re' ya KJAR û PJAK'ê bi bîr xist ku dema dawî li hemberî zext û darvekirinê dan destpêkirin û got, bi vê kampanyayê re ji bo karibin dengê azadiyê li her deverê belav bikin wê têkoşînê li nava girseyên berfireh belav bikin.

Sînor Gelawêj destnîşan kir ku li gel zext û êrîşan jî jinan ti carî dest ji têkoşînê bernedane û got, "Mîna ku Rêber Apo got, ev sedsal wê bibe sedsala azadiya jinê. Nîşaneya herî mezin a vê yekê jî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilat e."