BI DÎMEN

Jinan ji Strasburgê bang kirin: Armanca sereke azadkirina Rêbertiyê ye

Li Strasburgê di çarçoveya kampanya "Tîrêjên Rojê" de, bang li saziyên Ewropayê hat kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê erka bi cih bînin û ji hêzên azadîxwaz jî xwestin ku piştgiriyê bidin pêngava navneteweyî.

Li bajarê Strasburg ê Fransayê di çarçoveya kampanyaya “Tîrêjên Rojê” ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve di 2’yê Îlonê de hat destpêkirin meşek hat lidarxistin.

Meşa ku ji aliyê Komuna Jinê ya Zîn ve hat organîzekirin li Place Republique dest pê kir. Di meşê de pankarta “Tîrêjên Rojê, Libertê pour Ocalan; Solution à question Kurde” û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di meşa ku heta qada Klêberê berdewam kir de bêyî navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Piştî meşê li Place Kleberê li ser navê Komuna Jinê ya Zîn û DKTM Strasburgê axaftin hatin kirin.

Endama Komuna Jinê ya Zînê Helena Dersim bi Fransî, Berdevka Komuna Jinê ya Zînê Roşna Çewlîg bi Tirkî û Hevseroka DKTM Strasburgê Sîdar Amed jî bi Kurdî axaftin kirin.

Helena Dersim di axaftina xwe ya li ser dîrok û pêvajoya geşepêdana Komploya Navneteweyî de nirxand û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest bi taybet gelê Kurd weke rêber tê qebûlkirin. Em hemû bindestan, kedkar û kesên li demokrasî û azadiyê digerin vedixwînin têkoşîna li dijî mêtîngeriya kapîtalîst.”

Berdevka Komuna Jinê ya Zînê Roşna Çewlîg diyar kir ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareser” ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de dest pê kir, bi pêşengiya jinên Kurd derbasî qonaxa duyemîn bûye û wiha axivî: “Azadiya Rêberê me azadiya gelê me bi taybetî jî ya jinan û bindestan e. Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me were misogerkirin, em ê li qadan bin û azadiya Rêber Apo biqîrin.”

Hevseroka DKTM'ê ya Strasbourgê Sîdar Amedî axivî. Sîdar Amedî diyar kir ku dewleta Tirk di şerê li dijî gelê Kurd û Rêbertiyê de hemû mafên mirovan binpê kiriye û wiha axivî: “Em weke gelê Kurd careke din dubare dikin; Rêbertiya me vîna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê saziyên Ewropayê bi taybet CPT demildest biçin Îmraliyê û erka xwe pêk bînin.”

Piştî axaftinan mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.