JIN
Hemû Nûçe
-
Jinnews: Meha Adarê 26 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên Jinnewsê meha Adarê herî kêm 26 jin hatin qetil kirin, 17 jin jî bi gumanbarî mirin. -
Kampanya ji bo Tûglûk dewam dike
Endama Damezrîner a Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpeklî got, ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku 6 sal in girtî ye û li gel nexweşiyê jî nayê berdan, ew karê xwe dewam dikin. -
Newaya Jin: Hin tişt hatin guhertin
Rojnameya jinê Newaya Jin bi meha Nîsanê de bû 18 salî. Rojnameyê hejmara xwe ya 205'an bi manşeta "Tiştên ku hatine guhertin hene" çap kir. -
Gerîlaya HPJ’ê Mizgîn Argeş: 4’ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e
Gerîlaya HPJ’ê Mizgîn Argeş diyar kir ku 4’ê Nîsanê bi qasî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de ev rojbûn û avabûna gelê Kurd e. -
Alkiş: 4'ê Nîsanê ji bo jinên Êzidî tê wateya hebûnê
Berdevka Rêxistina Sîwanî ya Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûrê Alkiş got, "Azadiya Rêberê me azadiya jinên Êzidî ye. Em 4'ê Nîsanê ji xwe re weke hebûnê dibînin." -
YPJ'ê salvegera 9'emîn a damezrandina xwe bi merasîmekê pîroz kir
YPJ'ê bi wesîleya salvegera 9'emîn a damezrandina xwe, li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasîmeke leşkerî lidar xist. -
TAJÊ 4'ê Nîsanê pîroz kir
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. TAJÊ destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. -
Jinên Ereb ên Şengalî: Bi fikrê Rêber Apo me hebûna xwe nas kir
Jinên Ereb ên gundê Hesewîkê yê Şengalê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan şitil danîn û diyar kirin ku bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan jiyana azad nas kirin. -
Dayika Necat xaka xwe diparêze
Dayika Necat tevî ku 67 salî ye, 7 sal in xaka xwe diparêze. Dayika Necat got, "Parastin ne tenê erka zarokên me ye, di heman demê de karê me dayikan e." -
Di meha Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
KCDP’ê rapora xwe ya meha Adarê aşkera kir û diyar kir ku di meha Adarê de 24 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. -
Li Stenbolê jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil danîn
Jinên ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan hatin gelhev, şitil danîn. -
HPJ: 4’ê Nîsanê jidayîkbûna gelan, jinan û mirovahiya hemdem e
Fermandariya HPJ’ê bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê pîroz kir û got “Bi 4’ê Nîsanê re gelê me derbasê serdemeke nû ya hebûnê dibe û pêwîst e hemû mîrate û destekftiyên 50 salî ji bo zafera Apoyî ji me re bibe hêz û teqez serkeftinê bi xwe re bîne.” -
PAJK: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanca me ya sereke ye
Zayîna Kurd ku bi Rêber Apo dest pê kirî, îro li cîhanê gelê Kurd bi pêşengiya jinên Kurd di nav gelên cîhanê de bûye xwedî cihekî bi rûmet. Projeya jiyana azad û wekheviya zayendan ji aliyê tevahî gelan û bi taybet jinan ve bûye navenda kişandinê. -
Stêrk: 4’ê Nîsanê mîladek e
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk di Medya Haber TV’yê de pirsên Gulan Botan bersivand û got “Ji bo gelê Kurd piştî 4’ê Nîsana 1949’an dîrokeke din dest pê dike.” -
Li Şengalê jinên Ereb ji bo 4’ê Nîsanê şitlên daran çandin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku TAJÊ’ê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organîzekirî de îro li gundê Hesewîkê ku Ereb in de şitlên daran hatin çandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin. -
CFWIJ: Di Adarê de li ser 10 jinên rojnameger şîddet hate kirin
Koalîsyona Jinan a Rojnamevaniyê (CFWIJ) diyar kir ku di meha Adarê de li ser 10 jinên rojnameger şîddet hatiye kirin. -
Li Erziromê jinek hate kuştin
Li Erziromê jina bi navê Hatîce K. ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû hate kuştin. -
Başaran ji bo tifaqa jinan bang kir
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bang li hemû jinan kir û got “Werin em bi hev re li ser aştî, tifaq û hevgirtina jinan biaxivin.” -
Li Kurdistanê tundiya hêzên çekdar ên dewletê - II
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya tundiya biunfîromayê û êrîşên zayendî yên li Kurdistanê berê wê ne tenê li ser zayendiya jinê lê her wiha li ser nasnameya netewî ye jî. -
Milîsên KBDH'ê li dijî wesayitên polîs û leşkeran çalakî kir
Milîsên KBDH'ê ragihandin ku yekîneyên wan li dijî wesayitên polîs û leşkerên Tirk çalakî kirin. -
Li Kurdistanê tundiya hêzên çekdar ên dewletê – I
Li gel qirkirina siyasî û leşkerî ya li Kurdistanê, yek ji polîtîkayên qirkirina civakî, tundî û destavêtina hêzên çekdar ên dewleta Tirk li jinên Kurd e. Ev tundî û êriş dewam dikin. -
Li Kelarê mirina bi guman a jinekê
Li bajaroka Rizgarî ya girêdayî navçeya Kelarê jina bi navê Ş. E bi awayek guman di hundirê malê de daliqandî hate dîtin. -
Jineolojî li her derê ye
Berdevka Jineolojiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hena Davûd anî ziman ku Jineolojiyê di mijarên siyaset, aborî, dîplomasî, perwerdeyê de xwe bi rêxistin kiriye û got, "Bi rêya komun, meclîs, zanîngeh û medyayê me xwe gihand jinan." -
Jinên girtî yên li Sîncanê ji ber pîrozkirina Newrozê ketin ber lêpirsînê
10 jinên ku ji ber 'Doza Kobanê' li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dîlgirtî ne, bi hinceta ku Newroz pîroz kirine ketin ber lêpirsîna dîsîplînê. -
Jinên Efgan qedexeya dibistanê şermezar kirin
Jinên Efgan daketin kolanan û li dijî qedexeya girtina dibistanan a ji aliyê Talîbanê li ber Wezareta Perwerdê xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin.